Konferansa “Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” piştî panela 3yemîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye.
Konferansa “Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê, ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve kongreyek bi boneya 12emîn salvegera fermanê, bi dirûşmeya “Edaleta Veguhêz Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” û bi beşdariya 200 kesan pêk hat. Konferansa ku bi sê panelan berdewam kir, tê de gelek peyamên giring hatin dayîn.
Panela sêyemîn ya bi navê “Entegrasyona Demokratîk” ji aliyê van kesan ve hate birêvebirin: Kendal Şengalî (Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya A. Ocalan): Entegrasyon, dewlet û civaka demokratîk.
Besê Şengalî (Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê): Di entegrasyona demokratîk de rola jinê.
Xwedêda Elyas (Hevserokê Komînên Şaredariyan): Demokrasiya xwecihî.
Di vê panelê de bal hate kişandin ser zehmetiyên ku jin tê de derbas dibin, entegrasyona demokratîk û rêveberiya xwecihî.
‘Divê Iraq me wek neteweyek ji Iraqê nas bike’
Di destpêkê de Kendal Çiya axivî û got: “Êzidiyan îspat kiriye ku di Rojhilata Navîn de bi fermanan têk naçin. Lê ev ne çareserî ye, belkî misogerkirina mafan tiştekî bingehîne. Pêwîste Iraq jî vê bizanibe ku divê mijarên Êzidiyan bi awayekî qanûnî werin çareserkirin. Niha dema ku em behsa entegrasyona demokratîk dikin, em dizanin ku berê jî gelên wekî Êzidiyan hatine qetlkirin û ev yek ji aliyê hêzên netewe-dewlet ve pêk hatiye.Mijara ku em qal dikin eve; di dewletekê de gelek netewe hene û pêwîste dewlet dînê xwe li ser pêkhateyên din ferz neke. Em jî dibêjin bila mafê me hebe, ol û zimanê me werin naskirin; wekî din em xwe ji Iraqê qut nakin. Pêwîste ji aliyê dewletê ve mîna her welatiyekî din ê Iraqê nêzî me bibin, lê di mijara dîn, çand û ziman de ev taybetmendiya her civakekê were parastin. Niha hewldan tên kirin ku Iraqê tam navendî bikin. Ev xeteriyeke mezin li ser hemû Iraqê ava dike ku hemû biryar tenê ji navendê werin girtin. Raste em li vir nîqaş dikin, lê Iraq ber bi cihekî din ve diçe; qala hin qanûnên kevin dikin û dixwazin Iraqê li ser wan qanûnan birêve bibin. Divê Iraq me wek neteweyek ji Iraqê nas bike.”
‘Divê civak li gorî pîroziya jinê nêzî wê bibe’
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê Besê Şengalî jî di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê û got: “Jin di dîrokê de her dem wek yek ji pîroztirîn tiştan hatiye dîtin. Ya ku civak li ser piyan hiştiye û gihandiye roja me ya îro jin e. Lewma di fermanê de herî zêde jin bû hedef, lê li beramberî vê, her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye. Ji çandê heya ziman her tişt parastiye. Lê mixabin, heta roja îro jî jinên Êzidî rastî zexteke mezin tên. Dema em li van kiryarên ku îro li dijî jinê tên kirin dinêrin, em dibînin ku ev ne çanda civaka me ya Êzidiye û pêwîste ev yek were guhartin. Em di şexsê hemû jinan de dibêjin ku dayik wek xwedawende. Lazime em rêzê li jinê bigirin. Dema di baweriya me de jin pîroz be, pêwîste civaka me jî li gorî wê pîroziyê nêzî jinê bibe.”
‘Demokrasiya xwecihî û rola şaredarî û komînan’
Hevserokê Komînên Şaredariyan Xwedêda Elyas jî li ser giringiya Rêveberiya Xwecihî û Demokrasiya Bingehîn rawestiya û wiha axivî:”Rêveberiya xwecihî ne tenê pergaleke îdarî ye, belkî bingeha parastina hebûn û nasnameya civaka me ye. Piştî fermanê, ji bo ku civaka Şengalê careke din rûbirûyê qirkirinê nebe, avakirina komun û şaredariyan wekî bersiva herî xurt a xwerêveberiyê derket pêş. Demokrasiya rasteqîn ji binî ve, yanî ji nava komîn û taxan dest pê dike. Heta ku gelê me bi xwe biryarê li ser jiyana xwe ya rojane, aborî, parastin û paşeroja xwe nede, em nikarin behsa azadiyeke mayînde bikin.
Şaredariyên me û komînên me, îro barê herî giran ê xizmetguzarî û birêxistinkirina jiyanê hildigirin. Ev pergal dihêle ku her welatiyek bibe xwedî deng û vîn. Entegrasyona demokratîk a ku em îro li vir nîqaş dikin, tenê gava ku pergala xwerêveberiya xwecihî were naskirin û qebûlkirin dikare bi ser bikeve. Em naxwazin biryarên li ser çarenûsa Şengalê li odeyên girtî yên Bexdayê werin girtin. Demokrasiya xwecihî misogeriya jiyana hevbeş û wekhev a hemû pêkhateyane. Ji bo vê jî, xurtkirina pergala komînal û şaredariyan, parastina destkeftiyên fermanê û misogerkirina sîstema demokratîke.”
Piştî nîqaşa kesên amade jî nirxandin û pêşniyarên xwe ji bo konferansê kirin û konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Tê payin di rojên pêş de encamnameya konferansê ji raya giştî re were aşkerekirin.













