• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

Enqere/ Aw

7 HEZÎRAN 2026 - 13:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya Kurdî ya ji aliyê ANKA-DERê ve tê lidarxistin de axaftvan li ser astengiyên pêşiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî rawestiyan û gotin ku divê heta mafê perwerdehiya Kurdî pêk were li bendê nemînin û alternatîfan ava bikin.

Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî ku bi pêşengtiya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ve li Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê dest pê kiribû, didome.

Endamên TEV-KOMê Mîray Mîdyad û Omer Bayraktar li ser Statuya Zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî rol û misyona ciwanan û di medyaya dîjîtal û hîşê çêkirî de zimanê Kurdî nirxandin.

Rol û mîsyona ciwanan

Endama TEV-KOMê Mîray Mîdyad li ser girîngiya perwerdehiya zimanê Kurdî û têkoşîna perwerdehiya bi Kurdî rol û misyona ciwanan rawestiya.

Mîray Mîdyad bi lêv kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya Kurdî qedexeye û wiha axivî: “Dersên hilbijartê tên dayîn û ji bo wê jî gelek hincetan derdixînin. Bi hincetên mamoste tune ye wê jî asteng dikin. Li zanîngehan jî dersên bijartî yên Kurdî hene lê di gelek zanîngehan de tune ye. Li ODTUyê ji bo dersên hilbijartinên Kurdî me kampanyaya îmza da destpêkirin. Me bi hezaran îmze kom kirin lê bi hincetên cur bi cur dersên hilbijartê yên Kurdî asteng kirin. Lê em dev jê bernadin û em ê ji bo dersên Kurdî têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber astengiya perwerdehiya bi Kurdî ji aliyê saziyan ve perwerdehiya Kurdî tên dayîn. Ew sazî ji bo bi nirx in û divê em ciwan alîkariya wan saziyan bikin. Divê ciwan bi Kurdî li dinyayê binêrin û kar û xebatên xwe bi Kurdî bikin. Weke METU-Kurdî jî em li zanîngehê bernameyên cur bi cur li ser çand, ziman û folklora Kurdî dixebitin. Em dixwazin komîsyoneke wergerê vekin û çavkaniyan wegerînin Kurdî. Divê em hincetan tu carî qebûl nekin. Kar û xebatên me yên li zanîngehê dê berdewam bikin.”

‘Em dikarin li dijî astengiyan alternatîfan jî ava bikin’

Endamê TEV-KOMê Omer Bayraktar jî li ser pirsgirêka perwerdehiya bi Kurdî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Li dijî astengiyên li ser perwerdehiya Kurdî em Kurd dikarin alternatîfan ava bikin. Helbet divê em dev jî mafê zimanê Kurdî bernedin. Lê heta em wî mafê bi destdixînin jî divê em dest vala nemînin û alternatîfan ava bikin. Jixwe armanca me ya TEV-KOMê jî ew bû. Me ciwan xwest em werin ba hev û bi hev re tiştek nû ava bikin û weke ciwan bi hev re xebatan pêş bixin. Em weke ciwan di nava zanîngehê de xwendinên Kurdî dikin. Lê em dikarin li ser şanoya Kurdî, kovarên bi Kurdî û gelek xebatan jî bikin. Gelek hevalên me hene dixwazin şanoyê bikin û karê muzikê bikin lê bi awayekî neçarî diçin Tirkî perwerde bigirin. Em jî dixwazin van tiştan di nava TEV-KOMê de jî pêk bînin û weke ciwan alternatîfan ava bikin. Em dixwazin di pêşerojê de bi hev re xebatên mezintir li ser şano û wêjeyê jî xebatan pêş bixin. Em dikarin karê wergerê bikin û tiştên em ji zanîngehan hîn dikin wergerî Kurdî jî bikin daku ji bo perwerdehiya Kurdî amur di destê me de hebin.”

Girîngiya hîşe çêkirî û medyaya dîjîtal

Piştrê jî avakarê Kurdolîngoyê Cîhat Îlbaş li ser di medyaya dîjîtal û hîşê çêkirî de zimanê Kurdî axivî û destnîşan kir ku ew li enstutuya Kurdî hînî Kurdî bûye û niha jî mamosteyê zaravayê Kurmancî ye.

Cîhat Îlbaş li ser girîngiya hîşe çêkirî û medyaya dîjîtal rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Divê saziyên me li ser tiştên dîjîtal jî bixebitin. Bi tenê wêşandina pirtûkan têre nakin. Kurd li gelek cihên cîhanê belav bûnê. Divê em ji bo perwerdehiya Kurdî bigihêjin wan meteryalan û bi Kurdî ava bikin. Divê em platformên dîjîtal ava bikin. Her dildarên Kurdî dikarin van amuran çêbikin û yên dixwazin hînî Kurdî bibin re parve bikin. Helbet rojeke Kurdî dê bibe zimanê perwerdehiya fermî lê heta wê rojê em çi bikin. Divê em tenê daxwaz nekin em ji bo zimanê xwe tiştan bikin.”

Cîhat Îlbaş piştrê jî qala xebatên xwe yên li ser hîşê çêkirî û medyaya dîjîtal kir û li ser medyaya dîjîtal Kurdî çawa tê fêrbûn nîşanî beşdaran da. Her wiha Cîhat Îlbaş li ser xebata xwe ya medyaya dîjîtal a ji bo zarokan jî rawestiya û bi rêya medyaya dîjîtal çawa Kurdî fêrî zarokan tê kirin, nîşan da.

Ji aliyê hiqûqî ve astengiyên li pêşya perwerdehiya bi Kurdî

Piştî axaftinan rûniştina yekem bi dawî bû. Di rûniştina duyem de jî bi moderatoriya Fatma Surucu endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ozgur Yaldiz û parêzera Buroya Hiqûqa Sedsalê Suzan Ekîpa li ser mijarên di hiqûqa pozîtîf de derfetên perwerdehiya bi Kurdî û statuya bi Kurdî û di pêvajoya çareseriya demokratik de derfetên avakirina hiqûqa zimanê Kurdî nirxandin.

Ozgur Yaldiz anî ziman ku hejmara axaftina zimanê Kurdî her ku diçe kêmtir dibe û wiha got: “Zimanê me li ber çavê me her ku diçe dihele. Di hiqûqa Tirkiyeyê de jî bi xalên; Zimanê Tirkiyeyê Tirkî pêşiya mafê Kurdî astengî danîne. Em ne weke rewşa berê ne. Di dibistanan de dersên hilbijartê hene û weşangeriya Kurdî jî pêşketiye. Lê ew têrê nake. Di hiqûqa Tirkiyeyê de Kurdî tenê weke dersên hilbijartê tê dayîn. Lê divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî û Kurdî bibe zimanê bazarê. Gelek peymanên navneteweyî li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê hene û Tirkiyeyê jî ew peyman qebûl kiriye. Tirkiye jî şerh li ser çend xalan daniyê û vê peymanê pêk nayne. Ji ber ku di peymana Lozanê de Kurd weke pêkhate nehatinê hesibandin û weke Tirk hatine hesibandin û ew jî dibe sedem ku Tirkiye bi vê hincete peymanên navneteweyî yên mafê pêkhateyan nas dike, pêk neyne. Di hiqûqa heyî de derfet ji Kurdî re nehatiyê dayîn lê em bi xwe çiqas derfetan derdixînin û di saziyê xwe de bi Kurdî diaxivin. Heke em rêzê nedin zimanê xwe dewlet çima rêzê bide. Divê em rêzê bidin zimanê xwe û behtir pêşve bibe.”

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser zimanê Kurdî

Piştrê jî parêzer Suzan Ekîpa li ser mijara di pêvajoya çareseriya demokratîk de derfetên avakirina hiqûqa zimanê Kurdî rawestiya û wiha axivî: “Em sed sal in qala pirsgirêka Kurd dikin. Birêz Abdullah Ocalan jî di parêznameyên xwe de bal dikşîne li ser tunekirina ziman, çand û dîroka Kurdî. Mafê zimanê Kurdî mafekî hebûnê ye. Birêz Ocalan di manifestoya herî dawî de dibêje Kurd di hiqûqa Tirkiyeyê de nayên naskirin û ji ber wê jî Tevgera Azadiya Kurd derketiye holê. Birêz Ocalan di salên 90î de jî dibêje heke mafê me ye siyaseta demokratîk hebe em ê dev jî şerê çekdarî berdin. Di pêvajoya nû de tişta herî girîng jî ew ê ku dewlet dê mafên kolektîf ên Kurdan nas bike yan nas nake. Birêz Ocalan dibêje ji avabûna Komarê vir ve Kurd derveyî hiqûqê maye lewma ji bo wê perwerdehiya bi Kurdî tê astengkirin. Di hevdîtineke li Îmraliyê de birêz Ocalan jî anîbû ziman ku heke ji aliyê hiqûqî vê were mîsogerkirin ku dewlet mudaxale neke Kurdî dê di nava salan de pêşdetir biçe. Mafê ziman jî bi satuyê tê nasîn. Di vê pêvajoyê de statu pir tê nîqaşkirin. Birêz Ocalan ji aliyê gelê xwe û rêxistina xwe ve weke muzakerevanê serekê hatiye diyarkirin. Statuya birêz Ocalan a siyasî jixwe heye lê divê ji bo pêvajoya statuya birêz Ocalan bi awayekî fermî were qebûlkirin. Statuya birêz Ocalan ve statuya Kurd û Kurdî tê naskirin.”

Piştî axaftinan rûniştina duyem bi dawî bû. Komxebat dê bi rûniştina 3an ve berdewam bike.

Etîket: komxebata zimanperwerdeya bi kurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne