• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

Omer Demîr / AW

19 HEZÎRAN 2026 - 09:28
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Stenbol – Hevserokên Zimanxane Hulya Darak û Aslan Demîr diyar kirin ku li Stenbolê milyonan Kurd hene lê axaftina Kurdî kêm e û wiha gotin: “Zimanê Kurdî di nava xetereyekî mezin de ye. Zimanxane bi awayekî komunî hat avakirin. Gelê me li Zimanxaneyê Kurdî biaxivin û bijîn. Armanca komeleyê ya serekê dayîna perwerdeya bi Kurdî ye. Em bi rêya vê komeleyê dixwazin ziman û dîroka Kurdî hîn bikin.”

Li Stenbolê dê di 21ê Hezîranê de li navçeya Umraniyê komeleyek zimanê Kurdî yê bi navê Komaleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) tê damezrandin. Di komeleyê de ji bo zarok û ciwanan bernameyên çandî û Kurdî bên lidarxistin.

Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr derbarê avakirina komeleyê de ji ajansa me re axivîn.

‘Gelê me jî li Zimanxaneyê Kurdî biaxivin û bijîn’

Hulya Darak anî ziman ku li Stenbolê bi milyonan Kurd dijîn lê bi hezaran zarokên kurd nikarin bi Kurdî biaxivin û ev tişt anî ziman: “Ji bo wê jî em komeleyek ava dikin da ku zarokên Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Em bi rêya vê komeleyê dixwazin ziman û dîroka Kurdî hîn bikin. Xebatên me ber bi dawiyê ve diçe. Em dixwazin Kurdên li Stenbolê dijîn werin li vir û Kurdî hîn bibin. Li vir 3 pol hene, 2 pol ji bo kesên temen mezin yek jî ji bo zarokan e. Em ê li vir ji bo zarokan şanoyan li dar bixin, koroya zarokan ava bikin û xebatên çandî bikin. Em naxwazin tu kes bi zorê bê li vir, em dixwazin bi keyfxweşî herkes werin li vir. Kesên ku werin li vir dê zimanê xwe pêş bixin û her wiha yên xwe jî nas bikin. Ger kesek dîroka xwe bizanibe ji zimanê xwe şerm nake. Ji ber pergal dixwaze ciwan ji zimanê xwe şerm bikin. Zarokên ku werin li vir dê hîn bibin ku divê axaftina zimanê Kurdî şerm nekin. Zimanxane jî ji bo herkesî baş bibe û Zimanxane bibe cihekî cuda. Gelê me jî li Zimanxaneyê Kurdî biaxivin û bijîn.”

‘Em benda xwedîderketina gelê xwe ya Zimanxaneyê ne’

Aslan Demîr jî destnîşan kir ku bi rêya komunê komeleyek wisa derket holê û ev tişt vegot: “Zimanê Kurdî di nava xetereyekî mezin de ye. Berî çend rojan ez çûm gund û li wir min dît ku zarok Kurdî neaxivin. Ji bo zarok zimanê xwe hîn bibin Zimanxane jî hewceriyekî mezin e. Em ê 21ê Hezîranê bi awayekî fermî komeleyê ava bikin. Zimanê her netewî girîng e lê zimanê me ji bo gelek girîng e. Hîn zaravayên Kurdî di bin xetereyek mezin de ne. Di nava siyasetê de jî zimanê Kurdî bûye zimanê silavdayînê, ev jî li pêşiya pêşxistina zimanê Kurdî ye. Zimanxane bi awayekî komunî hat avakirin. Herkes piştgirî da me, em jî hêvî dikin ku gel piştgirî bide me. Armanca komeleyê ya serekê danîna perwerdeya bi Kurdî ye. Em benda gelê xwe ne ku xwedî Zimanxaneyê derkevin.”

Etîket: Aslan DemîrHulya DarakZimane KurdiZimanxane
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne