• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

Mahmût Altintaş / AW

17 NÎSAN 2026 - 08:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Rêveberê OHDê ya Şaxa Enqereyê parêzer Bariş Arli derbarê biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê ku ji bo mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê anî ziman ku heke mafê hêviyê pêk neyê divê komîte li dijî Tirkiyeyê prosedurên binpêkirinê bi cih bînê.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlona 2025an de derbarê mafê hêviyê ya dosyeya “Koma Gurban” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan, biryara xwe ya demkî eşkere kir. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku gavên pêwîst biavêje û ji bo pêkanîna van jî heta dawiya meha Hazîranê ya 2026an mohlet da. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû û gotibû bila bang li PKKê bike da ku xwe fesîx bike, piştre jî ji mafê hêviyê sûdê bigire û were li Meclîsê biaxive. Lê tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û li ser bangê rexistinê xwe fesîx kir û tevî ku zêdetirî salekê ye bi ser pêvajoyê re derbas bûyê jî hê jî mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk nehatiye.

Komîsyona Meclîsê ku hatibû ava kirin jî di rapora xwe de cih nedabû mafê hêviyê, lê di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de weke “Berdana bi şert” di raporê de cih girt. Siyaseta demokratîk û raya giştî jî li bendê ye peşniyarên rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê bibin qanûn û pêşiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê vêkirin.

Lê ji bo çêkirina qanûnan hê jî demekê diyarkirî tune ye. Ji aliyê din vê jî Komîteya Wezîran a Ewropayê ku ji bo pêkanîna biryara mafê hêviyê heta meha Hezîranê mohlet dabû Tirkiyeyê jî 2 meh şûn vê diqede. Rêveberê Komeleyên Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Enqereyê parêzer Bariş Arli derbarê mijarê de ji Ajans Welat re axivî.

‘Heke mafê hêviyê bi cih were gelek girtî dê jê sûdê werbigirin’

Bariş Arli anî ziman ku mafê hêviyê bi salane di rojeva Tirkiyeyê de ye û tevî 11 sal bi ser biryara bicihanîna mafê hêviyê re derbas bûyê jî Tirkiyeyê berpirsyariya xwe neaniyê cih. Bariş Arli diyar kir ku mafê hêviyê bi tenê ji aliyê hiqûqî ve nayê sînordarkirin û wiha axivî: “Di rewşa niha de mijara mafê heviyê em dikarin li ser 2 tiştên din jî pênase bikin; Yek mijareke polîtîk e ya din jî giredayî pêvajoyê mijareke etîke ye. Mijara hiqûqê dema em dinêrin; Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa di sala 2013an de ji bo mafê heviyê diyar kir ku divê hemû dewlet heviya berdanê ji bo hemû girtiyan di qanûna xwe bi cih bînê. Lê Tirkiyeyê heta niha ew yek bi cih neaniyê. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘Rewşa min ne rewşeke takekesiye û rewşa civake ye.’ Ji bo vê jî divê em mafê heviyê weke regezeke (prensîp) bigirin dest û binirxînin. Ji ber ku heke îro mafê hêviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan pêk were dê bandor li ser gelek girtiyan jî bike.”

‘Divê her du aliyên muzakereyê weke hev bin’

Bariş Arli bi lêv kir ku heke mafê hêviyê bi cih were dê bi xwe re encamên polîtîk jî derxînê holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro pêvajoya Aştî û Civakî didome. Bi regezeke gerdûnî dema em pêvajoyê binêrin; Heke muzakereyek bê kirin divê her dû aliyên muzakereyê di şert û mercên weke hev de bin. Fikrên xwe weke hev bigihînin civakê. Lê heta niha dewletê ev yek bi cih neaniyê. Ji ber wê jî encama dawî ya mafê hêviyê bi etîkê derdikeve. Yanî mafê hêviyê weke berpirsyariyeke etîk-ehlaqî li ser milê dewletê ye.”

‘Divê komîte li dijî Tirkiyeyê prosedura binpêkirinê bi cih bîne’

Bariş Arli bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê ku ji bo mafê hêviyê heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê û wiha got: “Bi ser biryara mafê hêviyê ya ji bo birêz Abdullah Ocalan 11 sal derbas bûn. Divê heta niha dewletê ev berpirsyariya xwe bi cih bianiya. Divê heta niha komîteyê prosedura binpêkirinê li dijî Tirkiyeyê bida destpêkirin. Ji bo Tirkiyeyê vê biryarê bicih bîne divê komîteyê zext bikira. Lê heta niha ev yek nekir. Komîte 11 sal in tenê biryar dide lê ji bo ku Tirkiye vê biryarê bicih nayîne li dijî Tirkiyeyê tiştek nake. Yanî heta niha prosedura xwe ya binpêkirinê li dijî Tirkiyeyê bicih neaniye. Divê vê carê vê prosedurê bicih bîne.”

‘Bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan bandoreke mezin li ser hiqûqa Tirkiyeyê dike’

Bariş Arli destnîşan kir ku pêkneanîna biryara mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hiqûqa Tirkiyeyê de jî binpêkirinên mezin derdixînê holê û wiha pê de çû: “Beriya pêvajoyê tecrîdeke giran hebû. Ew tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan jî bandor li ser hemû civakê dikir. Girava Îmraliyê weke laburatuvareke heta niha hatiye bikaranîn. Bêhiqûqiyên heyî pêşî li wir dihat ceribandin û piştre li dijî hemû civak û siyasetê dihat sepandin. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Tirkiyeyê jî girê dide lê Tirkiye weke mafê heviyê gelek biryar bicih neaniye. Ew yek jî bandoreke mezin li ser hiqûqa Tirkiyeyê dike. Di qanûna bingehîn a Tirkiyeyê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo mafê mirovan weke normên sereke pênase dike. Lê van biryaran pêk nayîne. Heke biryarên mafên mirovan ku mafên sereke ne bicih neyên ji bo binpêkirina hemû mafan derî vedike. Heta niha jî wisa meşiya û li ser girtiyan, civakê û siyasetê bandoreke mezin kir.”

‘Divê statuya birêz Abdullah Ocalan bê naskirin’

Bariş Arli anî ziman ku bicihneanîna mafê hêviyê bandoreke mezin li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘Pêvajo tenê dikare li ser rêgezên hiqûqî û polîtîk bi rê ve biçe’. Di vê pêvajoyê de hiqûq ji bo mayindêkirina aştiyê jî xwedî erkek navendî ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya mayinde jî qala 2 rêbazan dike; Yek, muzakereya demokratîk û ya din jî aştiyeke bi rûmet. Muzakereya demokratîk divê ji aliyê hiqûqî ve bê mîsogerkirin. Lê ji bo vê yekê heta niha tu gav nehatine avêtin. Ji bo wê jî ji aliyê hiqûqî ve divê statuya birêz Abdullah Ocalan bê diyarkirin û naskirin. Weke OHDê heta niha me ji bo pêkanîna mafê hêviyê gelek xebat û çalakî li dar xistin. Ji niha şûn ve jî xebatên me dê berdewam bikin. Em bang li hemû hiqûqnasên Tirkiyeyê, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî yên li Tirkiyeyê jî dikin; pêvajo bandorê li ser qedera tevahî gelên Tirkiyeyê dike. Ji bo wê jî divê tu hiqûqnas li derveyî vê meseleyê nemîne û di nava hewldanan de bin.”

 

 

 

Etîket: AFC ChampionshipDadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)Komîteya Wezîran a Konseya EwropayêMafê HêviyêRêberê Gelê Kurd Abdullah Oclalanstatuya Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026
Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

4 TÎRMEH 2026
Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

3 TÎRMEH 2026
‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

15 HEZÎRAN 2026
Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

12 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne