Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di serlêdana duyemîn a Osman Kavala de ku ji sala 2017an ve di girtîgehê de ye de, li dijî Tirkiyeyê biryara binpêkirinê da. Heyeta dadgehê, banga ku Kavala tavilê bê berdan dubare kir.
DMME, biryara xwe ya derbarê serlêdana duyemîn a Osman Kavala de ku ji sala 2017an ve di girtîgehê de ye, îro li bajarê Strazburgê yê Fransayê di rûniştineke de eşkere kir.
Serokê DMMEyê Mattias Guyomar ê ku biryar da eşkere kir, destnîşan kir ku Tirkiyeyê biryara binpêkirina pêşîn a sala 2019an û banga serbestberdanê ya derbarê Kavala de pêk ne aniye û diyar kir ku divê Kavala di zûtirîn demê de bê berdan. Dadgehê diyar kir ku sedemên bingehîn ên girtîbûna Kavala, rola wî ya di protestoyên Parka Geziyê de û çalakiyên wî yên parêzvaniya mafên mirov in.













