• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyanî: Têkoşîna me dê berdewam bike

Stenbol / AW

22 NÎSAN 2026 - 15:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komîsyonêk ji partiyên siyasî pêk tê li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyanî da û nûnerên partiyan diyar kirin ku heta girtiyên siyasî werin berdan dê têkoşîna wan berdewam bike.

Komîsyonek ji DEM Partî, CHP, EHP, EMEP, TÎP, TOP, SMF û pêkhateyên DEM Partiyê pêk tê îro ewilî li Girtîheha Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli re bi rêya parêzeram hevdîtîn pêk anîn. Komîsyon paşê çû li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê û li ser navê komîsyonê parêzeran bi Parlementerê TÎPê yê Hatayê Can Atalay, parêzvanên mafên mirovan Osman Kavala û Tayfûn Kahraman re hevdîtîn pêk anîn. Piştî hevdîtinê pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn.

‘Divê êdî zagon werin derxistin’

Hevserokê Giştî ye DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, serokên giştî yên partiyên siyasî, rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên DEM Partî û CHPê yên Stenbolê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Li vir ewilî Serokê Giştî yê EHPê Hakan Ozturk axivî û got: “Berî salekî gelek tişt pêk hatin. Rêya aştiyê vebû, em jî êdî dixwazin gav bên avêtin. Ji bo vekirina rê jî ev gav girîng in. Divê êdî zagon werin derxistin.”

‘Aliyek aştî aliyek girtin nabe’

Paşê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku îro gelê Tirkiye li hemberî pêvajoyê bebaweriyê dijî û wiha axivî: “Gel şaredar û parlamenteran hildibijêre lê nûnerên hatin hilbijartin tên girtin. Bekîr Kaya ev 10 sal e girtiye, lê gelê Wanê ji 14 şaredaran tevahiya wan bi dest xist. Aliyek aştî aliyek girtin, aştî wisa nabe. Hevalên me yên girtî divê demildest werin berdan. Heta werin berdan jî têkoşîna me dê berdewam bike.”

SMF: Têkoşîna me ya azadiyê nayê rawestandin

Berdevkê SMFê Mahîr Gurz jî anî ziman ku ji derve û mal de herder îro bûye girtîgeh û wiha pêde çû: “Girtîgeha ku em li pêşiya wê ne jî nîşaneya wê ye. Hezaran hevalên me îro li vir in. Çawa duh em li dijî wan sekinîn îro jî têkoşîna me ya azadiyê nayê rawestandin. Ji bo girtî serbest bên merdan em dê li berxwe bidin.”

TOP: Em dê serbikevin

Endama Lijneya Berdevkan a TOPê Julîana Gozen jî bi bîr xist ku ew dîsa pêşiya girtîgehekî ne û ev tişt gotin: “Em li vir, li pêşiya girtîgehekê ne. Em dîsa dibêjin kesên ku ji bo azadiyê têkoşiyane werin girtin jî tu carî serî natewînin. Çawa ku gelê Wanê li dijî qeyûm li berxwe da, ev berxwedan jî nîşaneya serkeftinê ye. Em dê serbikevin.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.

Etîket: Can AtalayCHPDEM PartîEEMPEHPOsman KavalaSMFTÎPTOPTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne