• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê dewlet jî demildest gavan biavêje

Amed / AW

22 TÎRMEH 2025 - 11:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevberdevkên Yekîtiya Înîsiyatîfa Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç ku bi rojnamegeran re civiyan bal kişandin ser pêvajoya heyî û destnîşan kirin ku divê dewlet jî demildest gavan biavêje.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî xebatên xwe û pêvajoyê li cafeyek navçeya Sûrê ya Amedê bi rojnemevanan re civiya. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û endamên înîsiyatîfê û gelek rojnamevan tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta “Em ê bi yekitiyê serbikevin” hate daliqandin.

‘Herkes li bendê ye ku dewlet gavan biavêje’

Di civînê de ewilî Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç axivî. Mehmet Kamaç qala xebatên înîsiyatîfê kirin û da zanîn ku di vê pêvajoyê de xebatên înîsiyatîfê girîng in. Mehmet Kamaç diyar kir ku sedema herî mezin a ku gelê Kurd di sedsalên borî de windakirine pêk neanîna yekitiyê ye û wiha got: “Di sedsala 21emîn de mafê me nîne ku yekitîya xwe ava nekin. Divê kurd di bin sîwana înîsiyatîfê de kom bibin. Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demolratîk’ hêvî daye hemû kurdan. Gavên hatine avêtin yek alî hatine avêtin. Birêz Ocalan roleke dîrokî dilîze. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn hêviyeke. Em bûn şahidê roja dîrokî ya şewitandina çekan. Herkes li bendê ye ku êdî desthilat û dewlet gavekê biaveje ku ev pêvajo bi serbikeve. Dema serket dê rojên aramî çêbin.”

Êrişên HTŞê şermezar kir

Mehmet Kamaç bal kişand ser êrişên HTŞê yên li dijî civaka Durziyan û wiha domand: “Li Sûriyeyê beriya çend mehan bi hezaran Elewî hatin qetilkirin niha jî bi hezaran Durzî tên qetilkirin. Em van êrîşan şermezar dikin. Em dixwazin hemû gel û bawerî di nava aştiyê de jiyana xwe bidomînin.”

Konferansê diyarî Ehmedê Xanî dikin

Mehmet Kamaç herî dawî da zanîn ku dê di 26-27ê Tîrmehê dê bi dirûşma “Bi armanca yekitiyê ber bi aştiyê ve” li navçeya Bazîd a Agiriyê konferansekê li dar bixin û vê konferansê dê diyarî Ehmedê Xanî bikin. Mehmet Kamaç herkes vexwend konferansê.

‘Ji vir û şunde divê dewlet jî gavên şênber biavejê’

Dû re Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî da zanîn ku eleqeya ji bo civînê hêviya wan aştiyê zêde dike. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku Kurdan modeleke ku niha ji cîhanê re bibe mînak derxistin holê û wiha got: “Ji ber wê em niha behsa pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin. Birêz Ocalan di sala 93yan de jî behsa vê pêvajoyê dikir. Piştî hêvdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re pêvajo ji hemû cîhanê re hate deklerekirin. Gavên jidil jî hatin avêtin. PKKê agirbest îlan kir, xwe fesixkir û herî dawî jî li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Ji vir û şunde divê dewlet jî gavên şênber biavêje. Helbet berpirsyartî ne tenê ya dewletê ye divê hemû beşên civakê yên li Bakûr û Tirkiyeyê berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Saziyên sivîl divê bi rêya jêr komîsyonan di wir de cih bigirin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Divê komîsyon bilez gavan biavêje.”

‘Em her kesî vedixwînin ku tev li înîsiyatîfê bibin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê windakirina Kurdan a sed salan ew e ku yekitiya xwe pêk neanîne. Em her kesên ku dixwazin tevkariyê li vê pêvajoyê bikin vedixwînin ku tev li înîsiyatîfê bin.”

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne