• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Em dixwazin li gel rayedarên Tirkiyeyê aştiyê nîqaş bikin

Stenbol / AW

6 KANÛN 2025 - 11:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îlham Ehmed bi awayek vîdeokonferansa beşdarî Konferansa Navneteweyî bû û diyar kir ku ew dixwazin edî rayedarênTirkiyeyê li cem xwe bibînin û xwe jî li Tirkiyeyê bibînin û aştiyê û demokrasiyê û aramiyê nîqaş bikin.

Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêbaza vîdekonferans beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê bû.

Îlham Ehmed diyar kir ku ew di serî de spasiya hemû beşdaran dike û silav û hurmetên xwe ji bo hemû beşdaran dişîne. Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo aştiyê kombûna wan hemûyan girîng e û karekî bi rûmet e.

Îlham Ehmed ev nîqaş û guftûgoya li ser aştiyê tên kirin gelek girîng û hêja dît û got: “Li Tirkiyeyê aştî tê nîqaşkirin. Gelek girîng e. Rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê heye. Tevî polîtîkaya tecrîdê jî ev gav avêt û dest bi xebatên aştiyê kir.”

Îlham Ehmed anî ziman ku wê dixwest ku di vê konferansê de amade be û got: “Lê mixabin hê jî diyar e ku astengî heye û divê diyalog bên kirin. Gelek astengî hene em bi hêvî ne ku ji holê rabin. Em dixwazin bi şêwazek mayînde û rast vê pêvajoya aştiyê bir ê ve bibin da ku em li Tirkiyeyê dikaribin aştiyê bi ser bixînin.”

‘Qanûnên pêkve jiyanê divê bên çêkirin’

Îlham Ehmed bal kişand ser meseleyên Rojava û Sûriyeyê û got: “Em li Sûriyeyê dixwazin pêvajoyek demokratîkbûyînê bi rê ve bibin. Em dixwazin bi hemû pêkhateyan re Sûriyeyek nû ava bikin. Hemû pêkhate di çarçoveya qanûn û hiqûqî de bi hev re bijîn. Em dixwazin her kes li vir bi bîr û baweriya xwe bi azad bijî. Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya Tirkiyeyê jî. Aramî û xweşiya li vir dê bandorek erênî li ser Tirkiyeyê bike.”

‘Bandora fikra Rêber Ocalan li ser Sûriyeyê heye’

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dirêj li Sûriyeyê maye û bandora wî li ser axa Sûriyeyê heye û got: “Fikir û ramanên wî bandorek mezin li ser gelên Sûriyeyê kir. Nîqaşên li ser aştiyê nîqaşên gelek girîng in. Divê ev nîqaş û axaftin û guftogû bi biryardarî û îrade werin kirin. Piştî pêvajoyê li Tirkiyeyê dest pê kir, bandora xwe li ser Rojava jî kir. Li ser me bandora xwe kir. Bandora hikûmeta Tirkiyeyê li ser hikûmeta Sûriyeyê heye. Bi awayekî vekirî qenalên ku pêwendiya me bi Tirkiyeyê re datîne hene. Divê rêber Abdullah Ocalan ne di zindanê û şertên tecrîdê de be, heke wisa be dê bandora xwe bêtir û bi leztir li ser aştiyê bike. Di rewşa girtinê de ne mimkûn e ku gavên bi lez bên avêtin û girtin li pêşiya aştiyê astengiyan derdixe. Gava aştî li van her du welatan hebe, di nava civaka Kurd, Tirk, Ereb de dê demokrasî û aramî pêk were.”

‘Divê danûstandinê me û Tirkiyeyê dest pê bikin’

Îlham Ehmed da zanîn ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Rojava û Tirkiyeyê de dest pê bikin û got: “Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê li cem xwe bibînin û em xwe jî li Tirkiyeyê bibînin. Em ne alîgirê şer û çekan e, em alîgirê aştiyê ne. Ji me re jiyana komunal a demokratîk lazim e. Em ê ji niha şûn ve bi israr bi vê biryardariya xwe ya aştî û demokrasiyê ve bimînin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve.”

Bang li Trump kir

Îlham Ehmed ji bo pêkanîna aştiya li Sûriyeyê û Tirkiyeyê bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir û wiha got: “Ez bang li Serokê Amerîkayê dikim, em dixwazin li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî aştiyek mayînde pêk bînin û dengê xwe di mijara aştiyê de bilind bikin. Îro dem dema ku her mesûliyetê bidin ser milê xwe da ku êdî xwîn nerije û dayik negirîn. Em aştiyê li ser herêmê serwer bikin. Silav û rêz û serkeftin.”

 

Etîket: Îlham EhmedKonferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

14 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Mihemed Mûsa kir

27 TEBAX 2026
‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

‘Li Sûriyeyê ji bo Kurdan merhaleyeke nû dest pê kir’

27 TEBAX 2026
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

24 TEBAX 2026
Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

Xelata Soran Mame Heme dan Îlham Ehmed

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne