• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

Navenda Nûçeyan/ AW

29 ADAR 2026 - 23:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê bi boneya 79emîn salvegera bidarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ew bi bîr anî û anî ziman ku têkoşîna wan dê heta hilweşîna vê rejîmê bidome.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê bi boneya salvegera bidarvekirina Pêşeng Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê de hate diyarkirin ku 31ê Adara 1947an pêşeng Qazî Mihemed û hevalên wî Seyfî Qazî û Sedrî Qazî ji aliyê hikûmeta Şah Hemereza Pehlewî ve li Çarçira ya bajarê Mihamabadê hate bidarvekirin û ev hate gotin: “Piştî 31ê Adara 1947an û şûnde gelek rêber û rêveberên Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin, bi vî rengî şehîdên Komarê bûn, bûn karwanê destpêkê ya heta roja îro ji bo bidest xistina armancên neteweyî Kurd.”

Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser kesayetiya Qazî Mihemed û ev hate gotin: “Qazî Mihemed kesayeteke ayînî, ronakbîr, neteweyî ya Kurd ji malbateke rêzdar ya navçeya Mukriyan bû. zanabûn û gihîştîbûna Qazî Mihemed kir ku bibe endamê ‘Komeleya Jêkaf û di demeke kin de bibe serokê vê rêxistina siaysî û piştre Partiya Demokratîk ya Kurdistanê damezirand û bi vê re pêşiya avakirina Komara Kurdistanê vekir. Bêguman damezirandina Komara Kurdistanê di wê deme de biyareke wêrek û ramaneke neteweyî ya bihêz pêwîst dikir ku pêşeng Qazî Mihemed û hevalên we bûn. Bi sebir û fedekarî xewna neteweyeke bindest bû, pêk anîn.”

‘Ramanên Pêşeng Qazî Mihemed li nava xelkê Kurdistanê de zindî maye’

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Qazî Mihemed di serdema dîktatorî ya Pehlewî de ku tarîtî li ser Îran ve kişandibû û hemû neteweyek ji mafê xwe yê siyasî, civakî hatibû bêparkirin; xebateke siyasî ya rizgariya Kurd bi fomeke modern ya partiye de rêk xist û bi avakirina Komara Kurdistanê nimûneyeke serdemane û herî pêşketî di hikûmraniya Kurdî de nîşan da. Dadgehkirina Qazî Mihemed ya bê darezandin ya ji aliyê rejîma Pehlewî ve aliyeke din yê kesayetiya Pêşeng Qazî Mihemed piştrast kir. Qazî Mihemed bi biryareke azadî û avakirina derfeteke dîrokî karî Komara Kurdistanê ava bike û gelek destkeftiyên girîng ji bo Kurdan bidest bixe. Di vê çarçoveyê de li pêşberî dadgehkirina Hikûmeta Pehlewî bi cesaret parastina mafê rewa ya neteweyî kir û bi serbilindî canê xwe ji bo Kurdan û welatê xwe feda kir. Piştî 79 salan ya piştî darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî domandina rêya Pêşeng Qazî Mihemed têkoşîn ji bo rizgariya Kurda ya li Rojhilatê Kurdistanê tê dayîn. Ramanên Pêşeng Qazî Mihemed li nava xelkê Kurdistanê de zindî maye. Ji bo wê ye ku Qazî Mihemed bûye yek ji sembolên herî mezin û navnîşana têkoşînê ya ji bo rizgariya neteweyî ya li hemû bajar û deverên Rojhilatê kurdistanê. Rê û armancên wî bûye xalên li hev kombûna hêz û saziyên siyasî yên cuda cuda yên civaka Kurdî.”

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bibîr xist ku salvegera şehîdbûna Pêşawa Qazî Mihemed di demekê de ye ku rejîma Komara Îslamî ne tenê bi berdewamiya heman siyasetên tepeserkirinê yên rejîma Pehlewî, netewa Kurd ji mafên wê yên bingehîn bêpar kiriye. Di dewamê de wiha hate gotin; “Belkû rejîma Îslamî ya Îranê di roja me ya îro de jî bi polîtîkayên xwe yên şerxwaz çarenûsa Îranê û hemû civakên wê wêran kiriye. Bêguman, heta ku ev rejîm bimîne, ne mafên neteweyên Îranê dê werin bicîhanîn, ne jî ewlehî û aramiya di hindirê Îranê de wê pêk were. Her wiha welatên herêmê jî nikarin bi mayîna vê rejîmê aram bibin.”

Di dawiya daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê de wiha hate gotin; “Di 79emîn salvegera şehîdbûna Pêşawa Qazî Mihemed de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Pêşawa Qazî Mihemed û hemû rêber û çalakvanên ku di şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê de roleke taybetî lîstine, israr dike. Her wiha em piştrastin ku Komara Îslamî nikare bi afirandina krîz û şerên navxweyî û derveyî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê re dengê gelê Kurd bitepisîne. Ji ber vê yekê, têkoşîna me dê heta hilweşîna vê rejîmê bidome û em ê li dijî her cûre şerxwaziya rejîma Komara Îslamî ya Îranê rawestin. Em tekez dikin ku ji bo pûçkirina komployên rejîmê û parastina Kurdistanê ji her pevçûnek navxweyî û herêmî yekitiya hêzên siyasî tenê bersiva bihêze.”

Etîket: bîr anîHevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê KurdistanêQazî Mihemedsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Têkoşîna me dê heta bidestxistina mafên gel bidome

24 TÎRMEH 2026
Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

24 TÎRMEH 2026
Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

Şoreşa Rojava li ser sînor hat pîrozkirin: Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne