• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Têkoşîna me dê heta bidestxistina mafên gel bidome

Navenda Nûçeyan / AW

24 TÎRMEH 2026 - 20:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku biryara yekbûnê di nav Tevgera Rojhilatê Kurdistanê de biryarek stratejîke ku ji bo bersivdayîna êrişên Îranê ye û got: “Têkoşîna hevpeymaniya me dê heta hilweşandina rejîma Îranê û bidestxistina mafên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike.”

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê û êrişên Îranê yên li ser Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye; “Gelê têkoşerê Kurdistanê, raya giştî û azadîxwazan!

Di demekê de ku rewşa siyasî û jeopolîtîk li Rojhilat Navîn û Îranê diguhere ku di qonaxeke hesas û aloz de ye, civîna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê roja Pêncşemê (23’yê Tîrmeha 2026’an) di çarçoveya nirxandinek berfireh a rewşê de hate lidarxistin.

Civîn di demekê de pêk hat ku hevkêşeyên navnetewî û navxweyî yên Îranê guhertinên kûr derbas kirine û Komara Îslamî ya Îranê terorîzm, êrişên hewayî û bejayî wekî çareya dawîn ji bo veşartina têkçûnên xwe yên navxweyî pêşxistiye.

‘Rejîma Îranê ketiye nav krîzeke aborî ya bêhempa’

Têkçûna rêze-danûstandinê di navbera rejîma Îran û DYE’yê de nîşanek eşkere ya bêçaretiya siyasî ye ku rejîm xistiye ser çokan. Sîstemek ku li hundir baweriya gel pê hilweşiyaye, ketiye nav krîzeke aborî ya bêhempa û nikare krîzên xwe bi dîplomatîk li derveyî welat birêve bibe; krîza aloz û berfireh a rejîmê bûye sedem ku ew êrişên xwe yên li ser partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bidomîne. Heta li gorî rewşa birîndarên me yên di êrişan de jî, îhtîmaleke mezin heye ku “madeyên şewatê an fosfora spî” hatibe bikaranîn. Bê guman, ev ne tenê nîşandana tirsonektiya rejîmê li dijî tevgera azadiya Kurd û hêza veşartî ya gel û partiyên wane, lê di heman demê de sûcek li dijî mirovahiyê ye jî.

‘Tevgera me di vê êrîşa hovane de bedelên giran daye’

Şermezarkirina tund a bikaranîna çekên qedexekirî, mûşek, dironên kamîkaze û êrişên bejayî yên Komara Îslamî ya Îranê li dijî Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne tenê hişyariyek mirovî ye, belkû xwendinek siyasî ya windahiyên mezin ya vê tevgerê û şermezarkirina sûcek mezin yê şere. Tevgera me di vê êrîşa hovane de bedelên giran daye. Hejmarek ji Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), komek ji Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, komek ji pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hejmarek ji gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne û gelek pêşmerge jî birîndar bûne. Lêbelê, wekî ku hate gotin, ev recifîna dawî ya rejîmek ku dimire, nîşana bêhêvîbûn û teslîmbûna rejîmê ye li hember îradeya pola ya netewek ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa paş ve gav navêje ye.

‘Divê civaka navneteweyîî li hember van êrîşan bêdeng nemîne’

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, şehîdên di encama êrişên rejîma Îranê de çêbûne birêzdarî bibîr tîne, ji malbat, heval û hevçeperên wan sersaxiyê dixwaze, van windahiyan wekî windahiyek ji bo tevahiya tevgera Kurdistanê dibîne. Di heman demê de, hevpeymanî tekez dike ku biryara yekbûnê di nav tevgera Kurdistana Îranê de ne vebijarkeke, belkû pêdiviyek stratejîke ku mirov li hember van êrişan bisekine. Ji aliyekî din ve, parastina xwedîderketina li hêzan û xurtkirina aramiya navxweyî ya hevpeymaniyê dê derfetek peyda bike ku hewldanên navnetewî ji bo hişyarkirina li ser rewşa mirovî ya li Kurdistanê û sûcên rejîmê berfireh bibin. Ji ber vê yekê, israrkirina li ser çareserkirina pirsgirêka rewa ya Kurd di vê pêvajoyê de, xurtkirina pira têkiliyên navnetewî ye da ku civaka navneteweyîî li hember van êrîşan bêdeng nemîne û piştrast bike ku agirê têkoşîna rewa ya gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn dê neyê vemirandin.

Di dawiyê de, di civînê de biryar hate dayîn ku xebat û têkoşîna bi hev re, hevpeymaniya siyasî û meydanî ya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, dê heta hilweşandina Komara Îslamî û bidestxistina mafên netewî û siyasî yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike.”

Etîket: Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê KurdistanêRejîma ÎranêsûcTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

28 COTMEH 2026
Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

25 COTMEH 2026
Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

17 COTMEH 2026
Li rojhilatê Kurdistanê gelek Kurd hatine binçavkirin û cihên wan nediyar in

Li rojhilatê Kurdistanê gelek Kurd hatine binçavkirin û cihên wan nediyar in

13 COTMEH 2026
Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne