• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hamît Geylanî li Dêmanê hat veşartin

Colemêrg / AW

30 GULAN 2025 - 18:13
Kategorî: ROJANE
A A

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî ku li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêmanê yê girêdayî navçeya Şemzînan bi girseyî hat veşartin.

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Hamît Geylanî ku li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Dêmanê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi girseyî hat veşartin. Cenazeyê Geylanî li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê ber bi Geverê re hat oxirkirin û li Balafirgeha Selahattîn Eyyubî ya Geverê ji hêla hezaran ve hat pêşwazîkirin. Cenaze, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat, ber bi Gundê Dêmanê ve rê ket. Cenazeyê Geylanî bi tevlibûna malbata wî, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, siyasetmedarên jin ên kurd Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel, endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û parlementera Wanê Pervîn Buldan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên Geverê, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Colemêrgê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan li Dêmanê hat veşartin.

‘Em ê aştiyeke birûmet diyarî Hamît Geylanî bikin’

Ewilî li goristana malbatê nimêja cenazeyî hat kirin û dûre bi duayan spartin axê. Siyasetmedar Gultan Kişanak li vir axivî û da zanîn ku wan hevalekî xwe yê bi qîmet winda kir û got: “Me rojekê jî li rûyê kekê Hamît bêhêvîtî nedît. Di demên herî dijwar de jî Kekê Hamît di dilê me de bû tîrêjên hêviyê. Kekê Hamît ewqasî evîndarê gelê xwe bû, ji bo welatê xwe her saniye di nava têkoşînê de bû. Têkoşîn, berxwedan û welatparêzî ji bo me hemûyan hişt. Em ê aştiyeke bi rûmet pêşkêşî we û hemû hevrêyên xwe yên mîna Geylanî bikin.”

‘Bi israr têkoşiya’

Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî û ev tişt anî ziman: “Sebrê ji hemû gelê Colemêrgê, Şemzînan û gelê kurd re dixwazim. Îro em gelekî xemgîn in, ji ber ku me hevalekî kedkar winda kir. Ji bo gelê xwe kedeke mezin da. Di zindanan, îşkence û gelek zextan de ma, lê dîsa jî bi israr têkoşiya. Tenê daxwaza wî ew bû ku ev pêvajo serbikeve û aştiyeke birûmet bğ. Rêheval, bav û hevalê me di jiyana xwe de nivîsî, siyaset kir û heta kêliya xwe ya dawî ji bo azadiya gelê kurd têkoşîn da.”

‘Her tim bi gelê kurd re bû’

Li ser navê malbatê Seyît Nurettîn Geylanî jî spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesan kir û got: “Ez şerm dikim ku bêjim birayê Hamît im. Ew birayê herkesî bû. Ez bejna xwe bi rêzdarî li ber mîrateya wî ditewînim. Em hêvîdar in ku hêviyên Hamît ên aştî û azadiyê bi aşitiyê bên xemilandin. Ji ber ku yekane hêvî û daxwaza wî têkoşîn bû û her tim bi gelê kurd re bû.”

Piştî axaftinan malbatê li ber mizgefta gund şîn danî û siyasetmedar û girseyê jî serdana şînê kir.

Etîket: cenazeDêmanHamîtveşartin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

25 TEBAX 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

30 TÎRMEH 2026
Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

19 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne