• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

Navenda Nûçeyan / AW

30 TÎRMEH 2026 - 17:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarê berê yê Xinûsê û neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li Dortmundê bi merasîmeke girseyî ber bi bajarê wî ve hate şandin.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi Salona Galla Eventê merasîm hate lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê Firat ji bo veşartinê ber bi navçeya Xinûs a Erzîromê hate şandin.

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ku li nexweşxaneya Helios Universitaetsklinikum a Wuppertalê 27ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da, serê sibehê ji aliyê ferdên malbatê û nûnerên KNK û KCDK-Eyê ve ji nexweşxaneyê hate wergirtin.

Cenaze birin Salona Galla Event a Dortmundê ku merasîm lê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî, siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê û endamên malbatê tevli merasîmê bûn.

Derdora darbesta Firat bi kulîlkan hate xemilandin û destegulên KNK û KCDK-Eyê hate danîn. Li dû bicihanîna wecîbeyê olî Serokê Giştî yê CÎKê Mele Cemal Bîngol nimêja cenaze da kirin. Piştî nimêja cenaze bi navê malbatê hevjîna wî Sitti Firat û siyasetmedar Hişyar Ozsoy axivîn û spasiya beşdaran kir.

Piştî axaftinan KNK, KCDK-E û malbata wî serdanên sersaxiyê qebûl kirin. Cenazeyê Hasan Basrî Firat ji bo veşartinê ber bi gundê Qolhisar ê Xinûsê ve hate şandin.

Etîket: AlmanyacenazeHasan Basrî FiratmerasîmşandinXinûsê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

31 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat dê li Qolhesarê were veşartin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat dê li Qolhesarê were veşartin

29 TÎRMEH 2026
Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

27 TÎRMEH 2026
Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

Cenazeyê 9 pêşmergeyan hatin veşartin

19 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

17 TÎRMEH 2026
Cenazaya Çîçekî yo ke Japonya de bi hawayêko guman cuya xo ra bibi, ard Tirkîya

Malbatê cenazeyê Murat Çîçek anî Stenbolê

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne