Li Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek rewşenbîr û çalakvan bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ cenazeyê 9 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ku di êrişa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest bûbûn, hatin veşartin.
Li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di saetên piştî nîvroyê de li Goristana Şêx Ehmed Hîndî bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, çalakvan, siyasemedar bi merasîmekê cenazeyê 9 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hatin veşartin. Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ destpê kir û êriş hate şermezarkirin. Piştî sirûdên neteweyî û şoreşgerî cenazeyên şehîdan hatin veşartin û çeleng li ser gorên wan hatin danîn.
Hêjayî bibîr xistinê ye 17ê Tîrmehê supayê pasdaran ên Îranê bi mûşekan û dronan êriş bire ser Navenda Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Gundê Zerguêz ya dikeve sînorê Silêmaniyê. Di vê êrişê de 9 pêşmergeyên Komele jiyana xwe ji dest dabûn û hinek jî birîndar bibûn.













