• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gel li dijî êrişên li ser Rojava nobed girt

Navenda Nûçeyan /AW

19 ÇILE 2025 - 16:50
Kategorî: ROJANE
A A
Şirnex – Endam û rêveberên TJA, DBP û DEM Partiye li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li navçeya Cizîrê nobet girtin.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di çerçoveya çalakiya nobedê de, nûnerên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê û Tevgera Jinên Azad, li parqa Botaşê ya navçeya Cizîra Şirnexê çalakiya nobedê girtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, saziyên sivîl ên Şrnexê, Parlamenterên DEM Partî ên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî nobede bûn. Nobeda ku seat di 12.00an de dest pê kir heta seat 16an dom kir.

Dayikên ku tevlî nobede bûn bi stran û awazên xwe piştgiriya xwe nîşanî Rojava dan. Girsê jî bi stranan govend gerandin û dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berzkirin.

Di nobede de dîvanek avakirin û li ser pêvajoyê û êrişên li ser Rojava axaftin kirin. Dayika aştiyê Emîne Alkiş li ser êrişan axivî û êrişên li ser herême şermezar kir. Emîne Alkiş, xwest aştî pêş bikeve û şer bi dawî bibe. Melê Beşîr Katar, Berîvan Kutlu, hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk jî balkişandin ser kuştina sivîlan û xwestin ku hemû kes xwedî li Rojava derbikevin.

Çawa DAIŞ têk çû dê çete jî têk biçin

Parlamenterê DEM Partî Mehmet Zekî Îrmez jî di dîvanê de axivî û anî ziman ku pergala li Rojava hatiye avkirin tê hedefgirtin û got: “Desthilata AKP û MHP ji ber DAIŞ têk çû kîneke mezin êrişî herême kirin. Ew çeteyên ku niha êriş dikin jî heşmendiya DAIŞ in. Çawa ku DAIŞ têk çû, dê çete jî têk biçin. Em bang li desthilatê dikin ku ji bo aştî û aramî gav bavêjin bi hev re jiyaneke azad ava bikin. Lê desthilat ji bo gelê kurd bi nasnameya xwe azad nejî bi her awayî êrîşî gelê kurd dike. Lê bila bizanibin em ne kurdên berê ne. Desthilata AKP tengav bûyê û êriş dike. Lê dê têk biçin.”

Dê ev sedsal bibe sed sala aştiyê

Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gungen jî xwest şer bi dawî bibe û got: “Pêvîstî bi rêya 3emîn heye. Çareserî ne netew dewlet e. Çareserî rêya 3emîn e. Dest polîtikayên şer berdin. Gelê kurd ji bo mafê xwe bi dest bixe dê têkoşîna xwe bidomînin. Pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi paradîgmaya wî ya rêya 3emîn dikarê bi ser bikeve. Divê ew sed sal bibe sed sala aştiyê.”

’11 roj in sivîlan dikujin’

Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî anî ziman ku li Rojava sivîl tên kuştin û got: “Em li vir dibêjin YPG, YPJ û HSD Suriyeyî ye. Lê ew çete ne Suriyeyî ne. Li dijî aqilên cihadist gelên li herême bi aqile wekhevî li berxwe didin. 11 rojin welatiyên sivîl li bendava Tiştrînê tên qetil kirin. Rojnameger Nazım Daştan û Cîhan Bîlgîn jî li wê bendavê hatin qetil kirin. Gelên li herême li dijî êrişan li ber xwe dide. Statuya Rojava wê statuya tevahiya Kurdistanê diyar bike. Li Tirkiyeyê nîqaşên hatinê destpêkirin beyî Rojava çareser nabe. Gelê me heta êriş hebin wê li ber xwe bidin. Heke çareseriyeke wê be çebibe divê êrişen li ser Rojava rawestin, polîtikayên qeyûm bi dawî bibe, deriyên zindanan vêbe her wiha divê azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were. Em gelê Kurd li ku bin em ê xwedî li maf û îradeya xwe li derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Tişrînê” bi dawî bû.

Etîket: Bakur û RojhilatCizîrNewroz UysalRojavaZekî Îrmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

12 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne