• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êrîşên li ser taxên Kurdan li Enqereyê hat protestokirin

Enqere / AW

8 ÇILE 2026 - 18:47
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demomratîk li dijî êrîşên komên hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da û banga rawestandina êrîşan hat kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrîşên komên hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li kolana Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demomratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e”, “Rojava azadiyê, teslîm nayê girtin” dinivisî hat hilgirtin. Girsê di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên, “Kurdistan dê ji faşistan re bibe goristan“, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kujer Colanî hevkar AKP”, “Her der Rojava û her der berxwedan e” û “Bijî wekheviya gelan” berz kirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nebahat Çalpan ve hat xwendin. Nebahat Çalpan anî ziman ku êrîşên li ser taxan sûce şer in û wiha got: “Tevlîbûna komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyê ve têne piştgirîkirin, yên wek Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûreddîn Zengî, di van êrîşan de nîşan dide ku Tirkiye berpirsiyarê rasterast ê vî sûcî ye. Ev êrîş tenê taxên Kurd û Asûriyan li Helebê hedef nagirin, lê di heman demê de modela jiyana demokratîk, pir-nasnameyî û azadîxwaz a ku gelê Rojava bi bedelên mezin ava kiriye jî hedef digirin. Her êrîşeke ku Rojava hedef digire, çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyeyê hedef digire. Hewldanên ji bo bi zorê ji nû ve avakirina rejîmeke yekreng, navendî û leşkerî dê Sûriyeyê yekpare neke; berevajî vê, ew ê welêt ber bi parçebûneke kûrtir û şerekî dirêj ve bikişîne.”

‘Li hemberî êrîşan bêdeng nemînin’

Di dawiya axaftina xwe de Nebahat Çalpan ev bang kir: “Em bang li Tirkiye, rejîma Şamê û hemû aktorên herêmî û navneteweyî yên ku li hember van êrîşan bêdeng dimînin dikin ku tavilê dev ji hevkariya vî sûcî berdin. Bêdengî jî cureyek ji hevkarîya van êrîşan e.Ev banga me ya vekirî ya ji bo hêzên ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Şamê de navbeynkariyê dikin: Wek garantor erkên xwe bi cih bînin, an jî berpirsiyariya siyasî ya van êrîşan bigirin ser xwe. Em ê nehêlin hûn Heleb û Rojava veguherînin meydaneke şer ya nû. Tekane rêya bidawîanîna şer û kaosa li Sûriyeyê qebûlkirina rêveberiya hevbeş a wekhev, demokratîk û azad ji aliyê hemû gelan ve ye, ku ezmûna li Rojava pêk hatiye di nav xwe de digire. Ev rastî bi bombebaranê nayê paşxistin, tepeserkirin an jî tunekirin. Em ê hevgirtina xwe ya bi Rojava re xurt bikin, em ê li hember êrîşên li ser gel bêdeng nemînin û em ê li her qadê li dijî vî sûcî têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Berxwedan dê teqez bi ser bikeve’

Parlamenterê DEM Partî Heval Bozdağ jî diyar kir ku ya ku tê xwestin ji holê bê rakirin jiyana azad e û wiha got: “Ji bilî berxwedanê tu rê tuneye. Jiyana azad bi berxwedan û têkoşînê dikarê be avakirin. Berxwedan dê teqez bi ser bikeve. Mutabakata 10ê Adarê ji aliyê HTŞê ve bi piştgiriya Tirkiyê tê binpêkirin. Niha pêvajoyek heye. Aştî û demokrasî ne tenê ji Bakur ji bo tevahî Kurdistanê derbasdar e. Ji bo ew pêvajo berdewam bikê û jiyaneke demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were divê desthilat vê rastiyê bibîne. Em bang li tevahî gelan û raya giştî ya demomratîk dikin ku piştgiriya Rojava bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên bi dawî bû.

 

Etîket: ÇalakîEnqereêrîşHeleb
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne