Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê bang li hikûmeta Iraq, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û tevahî hêzên siyasî kir ku girêdayî destûra bingehîn bimînin.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê têkildarî nakokiyên navbera hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û banga bicihanîna destûrê li aliyan kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Iraq dewleteke federalî, yekgirtî û serbixwe ye, sîstema hikûmraniyê têde komarî, parlementoyî û demokratîke.
Hatiye gotin ku destûra sala 2005an garantiya vê sîstemê ye, mafê Dadgeha Bilind a Federal jî heye ku xalên wê şîrove bike.
Di dewamê de bang li hikûmeta Iraq, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û tevayî hêzên siyasî yên peywendîdar tê kirin ku girêdayî bendên destûrê bimînin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku duh Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî çend biryarek nû derxist. Hin ji van biryaran Herêma Kurdistanê jî digre nava xwe. Li gor wan biryaran divê deriyên sinor û bîrên neftê yên di bin kontrola Herêma Federal a Kurdistanê de ne, radestî hikûmeta Iraqê werin kirin. Li dijî van biryaran aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bertek û nerazîbûn nîşandan.













