• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

Sîpan Batmaz / AW

30 HEZÎRAN 2026 - 08:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Konferansa Zimanê Kurdî Mehmet Esen destnîşan kir ku armanca wan a sereke diyarkirina statuya zimanê Kurdî û misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha got: “Di dawiyê de encamnameyeke ji 17 biryaran pêk tê derket. Em weke saziyên ziman, em ê bibin şopdarên van biryarên ku me girtine.”

Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ konferansa xwe li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê 27 û 18 Hezîranê li dar xist. Konferans bi tevlîbûna bi sedan delege, panelîst, zimanzan, hiqûqnas, nivîskar û ronakbîran hate lidarxistin. Di konferansê de ku mijarên mîna perwerdehiya bi zimanê dayikê, statuya ziman û polîtîkayên ziman bi berfirehî hatin nîqaşkirin, daxuyaniyeke encamnameyê ya ji 17 xalan pêk tê hat qebûlkirin.

Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Konferansa Zimanê Kurdî Mehmet Esen ku tev li konferansê bû, têkildarî encam û armancên konferansê ji ajansa me re axivî.

‘Daxwaza me ya sereke statu û perwerdehî ye’

Mehmet Esen destnîşan kir ku armanca wan a sereke di vê konferansê de diyarkirina statuya zimanê Kurdî û misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha got: “Pênasekirina civakê di heman demê de bi zimanê wê civakê ve girêdayî ye. Îro tu nikarî bibêjî ‘min statuya civakekê nas kiriye’ lê zimanê wê bêstatu û bê garantî bihêlî. Ji bo ku statuya gelê Kurd di hemû qadên cîhanê de bi awayekî demokratîk bê qebûlkirin, di serî de divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin.”

Mehmet Esen bal kişand ser rola pêvajoyên siyasî û wiha berdewam kir: “Wek saziyên zimanê Kurdî û saziyên demokratîk, wekî ku tê zanîn pêvajoyek ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Divê em jî ji hêla ziman, çand û perwerdehiyê ve piştgiriya vê pêvajoyê bikin. Me xwest em pirsgirêkên di qada ziman de bi rêya vê konferansê bidin nîqaşkirin û ji bo pêşerojê çareseriyan deynin holê.”

‘Bikaranîna ziman ji bo her Kurdekê pîvana welatparêziyê ye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Mehmet Esen behsa têkiliya ziman û qadên akademî û hiqûqê kir. Mehmet Esen da zanîn ku wan xwestiye siyaseta ziman û têkiliya wê ya bi akademî, hiqûq û civakê re bi giştî were afirandin.

Mehmet Esen di heman demê de destnîşan kir ku ev konferans hem ji bo wan, hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo dewletên Ewropayê peyamek e û anî ziman ku ew dixwazin bi vê stratejiyê bimeşin. Mehmet Esen wekî din bal kişand ku bikaranîna zimanê Kurdî ji bo her Kurdekî di heman demê de pîvana welatparêziyê ye.

‘Dersên bijartî tê re nakin, guhertina qanûnî şert e’

Mehmet Esen da xuyakirin ku bêyî perwerdehiya di asta zarokatiyê de ziman winda dibin û axaftina xwe wisa domand: “Heke ziman di asta perwerdehiyê de ji bo nifşên nû û di asta zarokatiyê de neyê dayîn, piştî çend salan ew ziman di nava demê de winda dibe. Ji bo ku Kurdî sîrayetî hemû qadên civakê bike, divê zarokên Kurd bi zimanê dayikê perwerde bibin. Ev yek bi rêya dersên bijartî nabe. Divê dewleta Tirk di çarçoveya entegrasyona demokratîk de qanûn û yasayên xwe biguherîne. Mafê perwerdeyê, mafê berbelavkirinê û mafê statuya zimanê Kurdî divê bête garantîkirin. Heta ku ev nebe, em çiqas panel, komxebat û konferansan çêkin jî em ê encamên tam serkeftî bi dest nexin.”

‘Em ê bibin şopdarên biryaran’

Her wiha Mehmet Esen diyar kir ku encamnameya konferansê ya ji 17 xalan pêk tê dê di nêz de bi raya giştî re were parvekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Du roj in nîqaşên pir tije hatin kirin. Di dawiyê de encamnameyeke ji 17 biryaran pêk tê derket. Di nava du-sê rojan de em ê vê encamnameyê bi berfirehî bi raya giştî re parve bikin. Em weke saziyên ziman, weke saziyên demokratîk û nûnerên saziyên ku ji bo civaka Kurd temsîliyetê dikin, yek û yek em ê bibin şopdarên van biryarên ku me girtine.”

Etîket: konferansa zimanMehmet EsenZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne