• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di Lîga 1emîn de roja qederê: Amedspor dê ji bo 3 pûanan têbikoşe

Navenda Nûçeyan/ AW

19 NÎSAN 2026 - 10:51
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Di Lîga 1emîn de îro lîstikên qedera gelek tîman diyar bike tên lîstin. Encamên lîstikên di navbera Amedspor-Bandirmasporê û Esenler Erokspor-Keçîorengucu dê hem qedera tîma di rêza duyemîn de biçe Sûper Lîgê di astek jor de diyar bike û hem jî dê xeta play offê ji nûve teşe bike.

Di Lîga 1emîn a TFFê de, ku êdî hefteyên dawî têne lîstin, Amedspor îro di riya Super Lîgê de derdikeve pêşbirkeke pir girîng. Di çarçoveya hefteya 36an de, tîma Amedsporê li deplasmanê dibe mêvana Bandirmasporê.

Amedspor bi 72 pûanan di rêza duyemîn de ye

Amedspora ku bi performanseke serkeftî heta niha 72 pûan kom kirine û di rêza duyemîn de cih digire, dixwaze vê maça dijwar qezenc bike û şopandina xwe ya ji bo lîderiyê û bilindbûna yekser a Super Lîgê bidomîne. Piştî lîstika hefteya borî bi Umraniyesporê re Amedsporê avantaj winda kir û dixwaze vê hefteyê bi girtina 3 puanan avantajê cardin bigire dest.

Her du tîm jî neçarî serkeftinê ne

Tîma Amedê qet naxwaze di vê qonaxa krîtîk de tu pûanan winda bike. Ji aliyê din ve, tîma mazûvan Bandirmaspor jî ji bo ku di xeta Play-offê de cihê xwe qayîm bike, dê li qada xwe ji bo serkeftinê têkoşînê bide. Ev yek jî lîstikê hîn dijwartir û balkêştir dike. Bi vê boneyê her du tîm jî neçarî serkeftinê ne.

Derbarê hakem de rexne hene

Lîstika krîtîk dê li Stadyuma 17ê Îlonê ya Bandirmayê bê lîstin. Lîstik îro seat di 16.00an de dest pê dike. Ji ber ku hefteyên dawiyê ne tevahiya lîstikên Lîga 1emîn di heman heman rojê û heman seatê de tên lîstin. Her wiha Ozan Ergun dê di maçê de hakemtiyê bike.

Alîgir dê li ser ekranan bikarin temaşe bikin

Ev lîstika ku bi mîlyonan dildarên Amedsporê li bendê ne, dê bi awayekî zindî ji ser ekranên TRTê bê weşandin. Alîgirên Amedsporê yên ku nikarin biçin deplasmanê, dê lîstikê li ser ekranan bi kelecaneke mezin bişopînin. Tê payîn ku ev lîstik ji bo diyarkirina çarenûsa şampiyoniyê yek ji maça herî diyarker a vê hefteyê ye.

Çavên tîman dê li hev be

Vê hefteyê maçên herî krtîtîk di navbera Amedspor-Bandirmaspor û Esenler Erokspor-Keçîorengucu de ye. Ji ber ku Amedspor û Esenler Erokspor ji bo rêza duyemîn, Keçîorengucu û Bandirmaspor jî ji bo xeta Play Offê dilîzin. Ev yek jî lîstikên van tîman dijwartir û krîtîktir dike. Çavek tîman û alîgirên wan dê li lîstika wan be û çavê din dê li lîstika hevrikan be.

Li gorî taybetiyên tîman Amedspor favorî ye

Ev lîstik ji bo Amedsporê wekî lîstika herî dijwar tê pênasekirin. Ji ber ku Bandormaspor hem ji bo xeta Play Offê dilîze û xwedî îdîa ye, hem jî wekî tîmek baş parastinê dike, tê zanîn. Bandirmaspor di şeş hefteyên dawî de têk neçûye û lê piranî beranber maye. Ligel vê Amedspor wekî berendamê Sûper Lîgê hem xwediyê lîstikvanên jîrtir e û di aliyê riyên avêtina golan de gelek pêşketîtir e. Bi vê boneyê wekî tîma favorî tê dîtin.

 

 

 

 

 

 

Etîket: AmedsporBandırmasporLîga 1emînLîga Sûper
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Nahît Eren: Hewcedarî bi çandeke fûtbolê ya li gor erdnîgariyê heye

Nahît Eren: Hewcedarî bi çandeke fûtbolê ya li gor erdnîgariyê heye

22 ÎLON 2026
Amedsporê Beşîktaş jî têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn

Xelkê Amedê: Amedspor ji bo me nasname û hebûn e

22 ÎLON 2026
Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

21 ÎLON 2026
Ji bo maça Amedsporê 270 hezar kesan xwest bilêt bistîne

Ji bo maça Amedsporê 270 hezar kesan xwest bilêt bistîne

19 ÎLON 2026
Amedspor bî şampîyon û vejîya Super Lîg

The Guardianê pesnê Amedsporê da: Tişta Amedsporê taybet dike nasnameya wê ye

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne