• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Devê Kurdan mohr kir’

Naz Ozek / AW

1 TEBAX 2025 - 12:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Zabitayên Şaredariya Konakê deriyê Komeleya Çand û Ziman a Avestayê mohr kir. Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygisiz, anî ziman ku di vê pêvajoya ku aştî tê niqaşkirin de mohrkirina komeleya wan nayê qebûlkirin û got: “Mohrkirina komeleyê tê wateya mohrkirina devê Kurdan.”

Zabitayên Şaredariya Konakê ya Îzmirê, îro deriyê Komeleya Avestayê ya Ziman mohr kir. Du roj beriya niha polîsên bi ser komeleyê de girtin bi hinceta ku rûhsata komeleyê tuneye gefên girtin û mohrkirinê xwarin. Duh jî zabita hatin komeleyê û anîn ziman ku dê îro mohr bikin. Di saetên sibehê de 2 zabitayên şaredariya Konakê hatin komeleyê û deriyê komeleyê mohr kir.

Têkildarî mohrkirinê Hevserokê Komeleya Avestayê ya Ziman Ramazan Kaygisiz, bertek nîşanî girtina komeleyê da û wiha got: “Di demeke weke îro ku pêvajoya aştiyê tê niqaşkirin de, rayedaran hatin komele mohr kir. Bi vê mohrkirinê, devê gelê Kurd û zimanê gelê Kurd mohr kirin. Bi salan e gelê Kurd ji bo ziman têdikoşe. Lê dewletê heta niha bersiveke erênî nedaye daxwazên gelê Kurd.”

Ramazan Kaygisiz da zanîn ku wekî Komeleya Avestayê ya Ziman, wan gelek caran aniye ziman ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û fermî û wiha axivî: “Em dixwazin Kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin û bibin xwedî zimanê zikmakî. Divê hemû saziyên civakî û parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin vê daxwaza me û li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman.”

Rêveberên Komeleya Çand û Ziman ya Avestayê diyar kirin ku du roj beriya niha polîsên bi ser komeleyê de girtin bi hinceta ku rûhsata komeleyê tuneye gefên girtin û mohrkirinê xwarin.

Hêjayî gotinê ye ku Komeleya Çand û Ziman a Avestayê ku di sala 2018an de hatiye avakirin û heta niha bi hezaran xwendekar fêrî zimanê Kurdî kiriye. Her wiha bi awayekî online jî dersên kurdî daye.
Etîket: awestaKonakmohrZabitaziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne