• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

Wan / AW

15 GULAN 2026 - 17:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meşek li dar xistin û peyama xwedîderketina Kurdî dan.

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Gunpaş AVMê ya navçeya Rêya Armûşê heta parka Mûsa Anter meşek li dar xistin û dû re daxuyaniyek dan. Girseyê di meşê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” vekirin û lolîlopên “Dem dema Kurdî ye”, “ Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike”, “Zimanê me welatê me ye” hwd. hatin hilgirtin. Girseyê bi dirûşmêyên “Bê Kurdî jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Kurdî” û “Statuya Kurdî mafê me ye” meşiyan û statuya Kurdî xwestin. Gelek Kurdîhez tev li meş û daxuyaniyê bûn.

‘Zimanê Tirkî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin’

Piştî meşê li Parka Mûsa Anter daxuyanî hat dayîn. Rêveberê KURDÎGEHê Alî Ataman metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku weke tê zanîn ji sed salan zêdetir e di encama hişmendiya dewletê ya tirkperestiyê de, bi awayên cuda li ser ziman, çand û nasnameya kurdî bişaftin, zext, zor û pekûtiyên cur bi cur tên meşandin. Alî Ataman anî ziman ku di sedsala 21emîn de, hê jî li ser Kurdan, bi taybetî li ser milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin û got: “Zimanê Tirkî û Tirkîtî li ser Kurdan û zarokên Kurd tê ferzkirin, zarokên Kurd bi perwerdehiya bi Tirkî tên bişaftin û helandin. Di encamê vê yekê de, bi milyonan zarokên Kurd ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr ketine û hê jî dûr dikevin. Li gor peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ne.”

 ‘Pêvajoyê nîqaşên li ser Kurdî anî merxeleyeke nû’

Alî Ataman bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt got: “Neteweya Kurd herî dawî, bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wekî hemû nîqaşên li ser civakê yên din, nîqaşên pêşîlêvekirina astengiyên li pêşiya azadî, statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî, têkoşîn û xebatên ji bo Kurdî yên civakî gihandin merheleyeke nû. Asta hewldan û xwedîlêderketina li Kurdî xurt kir.  Divê em bi taybetî destnîşan bikin ku banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bûye sedema zindîkirina giyanê neteweyî û civakeke azadîxwaz, aştiparêz û demokratîk. Biserxistina têkoşîna vê pêvajoyê dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statu, mafê siyasî û hiqûqî veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilind de xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin.”

‘Statuya Ocalan statuya Kurdî ye’

Piştre hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay mafê axaftinê girt û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Gonul Ûzûnay anî ziman ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşbikeve divê statuya zimanê Kurdî bê qebûlkirin û got: “Em 15ê Gulanê li rewşenbîr, dayik, dengbêj û şehîdan pîroz dikin. Divê mafê zimanê dayikê di zagonan de bê qebûlkirin. Gelê Kurd bi salan e dibêje ku azadiya çand, ziman û nasnameya wan bi azadiya Rêber Ocalan ve girêdayî ye. Li ser vê yekê divê statuya azadiya Rêber Ocalan were diyarkirin û li gel vê divê statuya zimanê Kurdî jî bê pêkanîn.”

Etîket: 15ê GulanêmesWanziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne