Amedspor û Duhokspor li Stadyûma Ataturkê ya li Ispartayê di maça dostaniyê de hatin hemberî hev. Amedsporê, Duhokspor 2 û 0 têk bir.
Amedspor û Duhokspor ku amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû ya lîgên xwe dikin, li Stadyûma Atatukê ya li Ispartayê di maça dostaniyê de hatin hemberî hev. Amedspora ku bi transferên nû tîma xwe xurttir kir û ji bo Lîga Super amadekariyên xwe didomîne bi Duhoksporê re maçeke girîng lîst.
Lîstikvanê Amedsporê Cem Ustundag di deqîqeya 19emîn de gola ewil avêt û Amedsporê skor 1-0. Dû re golavêjê Amedsporê Mbaye Diagne di deqîqeya 27emîn de goleke din avêt û skor bû 2-0. Beşa ewil a maçê bi vê skorê bi dawî bû. Di beşa duyemîn a maçê de her du tîman jî nekarin golan biavêjin û maç 2-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
















