• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedsporê di rêya şampiyoniyê de serkeftineke girîng bi dest xist

Amed / AW

5 NÎSAN 2026 - 21:26
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Amedsporê bi 6-1ê Bolûsporê têk bir. Amedspor a ku ji bo şampiyoniyê têdikoşe, serkeftineke girîng bi dest xist.

Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Bolûspor di hefteya 33yemîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê ku li stadê cihê xwe girtin, beriya maç dest pê bike dirûşm berz kirin û li ber stranan govend gerandin. Amedspor bi pankarta hişyariya avê ya “Av tune be pêşeroj tenê îhtîmaleke” derket maçê.

Amedspor ku bi lez dest bi maçê kir di deqîqeya 6an de bi gola Mehmet Yeşîl 1-0 ket pêşiya Bolûsporê. Amedspor a ku bandora xwe zêde kir gelek pozîsyon dîtin. Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşm berz kirin. Dema di maçê de deqîqe bû 21, alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekîr” gotin. Di deqîqeya 31an de lîstikvanê Bolusporê yê bi navê Dean Lîco di encama faûla kir de qertê sor girt û ji lîstikê hate derxistin.

Dû re di encama lîstika bi bandor de Amedsporê di deqîqeya 38an de bi gola Mbaye Diagne skor kir 2-0. Dû re tenê piştî sê deqîqeyan di deqîqeya 41an de Celal Hanalp gol avêt û skor kir 3-0. Beşa maçê ya ewil bi vê skorê bi dawî bû.

Amedsporê bi lîstekeke xweş û lez dest bi beşa duyemîn a maçê kir. Bi destpêka beşa ewil Cem Ustundag û Afena Gyan Felix derketin û li şûna wan Dia Saba û Adama Traore ketin lîstikê. Di beşa duyemîn de di pozîsyoneke ku Boluyê dît top ji stûna kaleyê zivirî. Dû re di deqîqeya 56an de dîsa Mbaye Diagne gol avêt. Amedspor piştî golê lîstika xwe ya bi bandor domand û pozîsyon ser pozîsyonê dît.

Piştre Mbaye Diagne û Sînan Kûrt ji lîstikê hatin derxistin û li şûna wan Tarkan Serbest û Çekdar Orhan ketin maçê. Dû re di deqîqeya 67an de Daniel Moreno gol avêt û skor bû 5-0. Piştre di deqîqeya 71an de Dia Saba gol avêt skor bû 6-0. Alîgirên Amedsporê bênavber dirûşm berz kir. Alîgiran di maçê de dirûşmên “Kesk Sor Her Bijî Amed”, “Kîne em, Kurd in em” û “Vaye alîgir vaye şampiyon” berz kir.

Dû re Daniel Moreno ji maçê hate derxistin û li şûna wî Zdravko Dimitrov kete maçê. Amedsporê gelek pozîsyon dîtin lê nekarî golek din biavêje. Piştre Bolûsporê di deqîqeya 90î de bi gola lîstikvanê xwe yê bi navê Arda Usluoglo gol avêt û skor bû 6-1. Maç bi vê skorê qediya.

Amedspor ku bi 70 pûanan di rêza duyemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de ye dê di 9ê Nîsanê de bi Eroksporê re bilîze ku di rêza sêyemîn de ye.

 

Etîket: AmedsporBolûspormaçserkeftin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Nahît Eren: Hewcedarî bi çandeke fûtbolê ya li gor erdnîgariyê heye

Nahît Eren: Hewcedarî bi çandeke fûtbolê ya li gor erdnîgariyê heye

22 ÎLON 2026
Amedsporê Beşîktaş jî têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn

Xelkê Amedê: Amedspor ji bo me nasname û hebûn e

22 ÎLON 2026
Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

21 ÎLON 2026
Ji bo maça Amedsporê 270 hezar kesan xwest bilêt bistîne

Ji bo maça Amedsporê 270 hezar kesan xwest bilêt bistîne

19 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne