Di hilbijartinên li Sirbistan û Brazîlyayê hatine lidarxistin de de rastgir û alîgirên polîtîkayên navendîparêz têk çûn. Li Sirbistanê Tevgera Xwendekaran ku jê re pêşengî dikir bi ser ket û li Brezîlyayê jî çepgir Luiz Inácio Lula da Silva bi ser ket.
Li cîhanê di demên dawî de şer û pevçûn zêde bûn, qeyranên siyasî, aborî, jiyanî li gelek welatan rû dan. Sedema bingehîn a van encamên neyînî yên li welatên cuda yên cîhanê diqewimin wek polîtîkayên navendîparêz, derveyî demokrasiyê û rastgir tên nîşandan. Li Brezîlya û Sirbistanê hilbijartin hatin kirin û di encama hilbijartinan de rastgir têk çûn, çepgir bi ser ketin.

Li Brezîlyayê çepgir Luiz Inácio Lula da Silva careke din di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket û li Sirbistanê jî tevgera xwendekaran, ku du sal in li dijî desthilatdariyê têdikoşe, di hilbijartinên parlamentoyê de pêş ket. Ev her du encam di demeke ku li dijî polîtîkayên nevendîparêz, rastgir pêş diketin rû da. Encam ji bo tevger û hewldanên çepgir hêviyê ava dike.
Li Brezîlyayê Lula careke din serket
Serokkomarê çepgir Luiz Inácio Lula da Silva di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de Flávio Bolsonaro, ê rastgir, têk bir. Lula ji sedî 51,75ê dengan wergirt. Bolsonaro ji sedî 48,25ê dengan girt û bû duyemîn,
Di vê hilbijartinê de pêşbirk di navbera Lula yê 80 salî û Flávio Bolsonaro yê 45 salî de bû. Bolsonaro kurê serokkomarê berê yê rastgir Jair Bolsonaro ye. Jair Bolsonaro piştî hilbijartinên sala 2022an bi sûcdariya plansazîkirina derbeya leşkerî hat darizandin û 27 sal ceza lê hatiye birîn.
Lula, ku di jiyana siyasî ya xwe de ji bo heftemîn car beşdarî hilbijartinên serokkomariyê bûye, bi vê serkeftinê cara çaremîn vê serkeftinê bi dest xist. Ew di tûra yekemîn a 4ê Cotmehê de ji sedî 45,1ê dengan wergirtibû, lê Bolsonaro bi ji sedî 47ê dengan li pêş bû.
Piştgiriya Trump kêr nehat

Piştî tura yekemîn Serokê DYAyê Donald Trum pesnê Bolsonaro dabû û piştgiriya xwe diyar kiribû. Lê di tûra duyemîn de Lula, dengên xwe zêde kir û tura duyemîn de bû yekem. Piştî ku encam eşkere bûn, alîgirên Lula li bajarê Sao Paulo dest bi pîrozbahiyan kirin.
Lula di axaftina xwe ya piştî serkeftinê de got ku Brezîlya demokrasiyê rizgar kiriye û diyar kir dê tu kes nikaribe welêt wekî milkê xwe bibîne û got: “Brezîlya piştî mala tu kesî nîn e û dê nebe jî.”
Serkeftina Lula li gorî bendewariyên aliyên rastgir matmayî hişt. Tûra yekemîn de Bolsonaro li pêş bû, dihat payîn ku dê di tura duyemîn de jî were hilbijartin. Piştgiriya Trump ji Bolsonaro re û sûcdariya Lula ya li dijî Amerîkayê li ser hilbijêran bandorek ava kir ku Lûla di tura duyem de bi ser ket.
Li Sirbistanê xwendekaran desthilatdariya rastgir têk bir
Li Sirbîstanê, tevgera xwendekaran ku ev du sal in li dijî desthilatdariya Aleksandar Vucic û pirsgirêkên li welêt dadiketin kolanan, li ser hilbijartinên parlamentoyê bûn xwedî bandor û encamê diyar kir. Lîsteya Xwendekaran, ku ji aliyê tevgera xwendekaran ve dihat piştgirîkirin, Partiya Pêşverû ya Sirbistanê (SNS) ya Vucic têk bir.
Hilbijartinên zû yên parlamentoyê roja 25ê Cotmehê pêk hatin. Li gorî encamên nefermî, Lîsteya Xwendekaran ji 250 kursiyên parlamentoyê 138 kursî bi dest xist, lê partiya Vucic 104 kursî bi dest xistin. Bi vî awayî, tevgera xwendekaran ji 126 kursiyên ku ji bo avakirina hikûmetê pêwîst in bi dest xistin.
Vucic, ku 14 sal in di rêveberiya welêt de roleke sereke dilîze, têkçûna xwe qebûl kir. Wî got ku li gorî encamên destpêkê, eşkere ye ku partiya wî hilbijartinan winda kiriye.
Lîsteya Xwendekaran 2,2 milyon dengan wergirt, lê Partiya Pêşverû ya Sirbîstanê nêzîkî 1,72 milyon dengan bi dest xist.
Gendeliya qezaya trenê bû nerazîbûnek neteweyî
Tevgera xwendekaran piştî qezaya li rawestgeha trênê ya Novi Sadê mezin bû. Di vê qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê, xwendekaran bi daxwaza dadmendiyê, şerê li dijî gendeliyê û berpirsiyariya rêveberan dest bi xwepêşandanan kiribûn.
Di nav du salan de, nerazîbûn ji qezayê derbas bû û bû rojeveke sereke ya welêt. Gendelî, bandora siyasetê ya li ser saziyên dewletê, rewşa medyayê û destwerdanên li dijî xwepêşandêran li ser encamê xwedî bandoreke mezin bû.
Serkeftina hilbijartinê nîşan da ku tevgera ku li zanîngeh û kolanan dest pê kiribû, karî piştgiriya xwe bigihîne beşên din ên civakê jî.
Piştî daxuyaniya Vucic, li Belgrad, Novi Sad û gelek bajarên din ên welêt pîrozbahî hatin lidarxistin. Alîgirên tevgerê bi dirûşmeya “Serkeftin, serkeftin!” şahiyên xwe domandin.
Profesorê Zanîngeha Belgradê Radomir Saicic, ku ji aliyê xwendekaran ve diaxivî, got: “Îşev em serkeftinê pîroz dikin, sibê em ê pêşerojê ava bikin.”
Dijberiya rastgir û daxwaza guhertinê

Di her du welatan de, encamên hilbijartinan nîşan didin ku beşên girîng ên civakê dixwazin li hember siyaseta heyî û desthilatdariyên rastgir alternatîfekê ava bikin.
Li Brezîlyayê Lula, ku xwe wekî siyasetekarê çepgir û parêzvanê demokrasiyê pêşkeş dike, hevrikê xwe rastgir Bolsonaro û piştgirên wî yên siyasî têk bir. Li Sirbîstanê jî tevgera xwendekaran, nerazîbûna civakê veguherîn serkeftineke hilbijartinê û piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.
Serkeftina hilbijartinê bi tena serê xwe nikare hemû pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike. Li Sirbîstanê, xwendekaran soz dane ku li dijî gendeliyê bixebitin, saziyên dewletê ji bandora partiyan rizgar bikin û berpirsên destwerdanên derveyî qanûnî tevdigerîn berpirsyariya xwe pêk bînin.
Li Brezîlyayê jî Lula bi serkeftina xwe re careke din vegeriya ser rêveberiya welêt, lê di navbera wî û Bolsonaro de pêşbirkeke nêzîk pêk hat. Ev yek nîşan dide ku hêzên rastgir hîn jî di siyaseta welêt de xwedî piştgiriyeke girîng in.
Her du encam jî nîşan didin ku nerazîbûna li hember desthilatdariyê ji têkoşîna kolanan hêz dibe û encama xwe li ser sindoqan nîşan dide. Lê pirsa sereke ew e ku ev serkeftin dê heta çi radeyê veguherînên bingehîn pêk bîne, demokrasiyeke bihêztir û çareserkirina pirsgirêkên civakî li pêş bixe.













