Amedspor li aliyekî amadekariyên sezona nû ya Super Lîgê dike li aliyekî jî transferan dike û xwe ji maça dostaniyê re amade dike. Amedspor û Duhokspor dê di 30yê Tîrmehê de, di maça dostaniyê de werin hemberî hev.
Duhokspor û Amedspor amadekariyên xwe yên sezona nû didomînin. Serokê Duhoksporê Abdullah Celal serdana Serokê Amedsporê Nahît Eren û tîma Amedsporê kir. Serdan li Tesîsên Amedsporê yê Şehmûs Ozer pêk hat. Di serdanê de serokên her du tîman formayan diyarî hev kirin û wêne girtin. Li gorî plansaziya her du tîman Amedspor û Duhokspor dê di 30yê Tîrmehê de di maça dostaniyê de werin hemberî hev.
Duhokspor dê ji bo sezona nû kampa xwe li bajarê Ispartayê yê Tirkiyeyê pêk bîne. Amedspor jî piştî ku kampa li Erziromê bi dawî bike dê biçe kampa duyemîn û vê jî li bajarê Burdurê yê Tirkiyeyê pêk bîne.
Ji ber ku dîroka kampê ya her du tîman nêzî hev e, dê Duhukspor û Amedspor di 30yê Tîrmehê de li Burdurê maça dostaniyê li dar bixe.














