• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedspor: Me destpêkek baş kir

Amed / AW

20 TEBAX 2026 - 14:09
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Bi tevlibûna Berpirsiyarê Beşa Futbolê Nedîm Şîmşek û Dîrektorê Teknîkî yê Amedsporê Besnîk Hasî civîna çapemeniyê hate li dar xistin. Di civînê de hat gotin ku Lîga Superê lîgek gelekî dijwar e û wiha hat gotin: “Me maça xwe ya yekem li mala xwe li dijî Erziromê lîst. Serkeftina me ji bo me gelekî girîng bû û me 3 puanên girîng girt. Dikarim bibêjim ku me destpêkek baş kir. Bêguman em bi vê yekê jî dizanin ku ev destpêkek e.”

Bi tevlîbûna Berpirsiyarê beşa Futbolê Nedîm Şîmşek û dîrektorê teknîkî yê Amedsporê Besnîk Hasî li Otela Plazayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn bi xwarina taştê dest pê kir. Rêveberiya Amedsporê û xebatkarên çapemeniyê di civînê de cih girtin.

Di civîna ku pankart û afîşên “Em ten” hatin vekirin de pêşî Şimşek axivî û ev tişt vegot: “Di 1ê Tîrmehê de me li Erziromê kampa xwe kir û me 3 maçên amadekariyê lîstin. Me 9 transfer gihandin kampê. Roja 20î Tîrmehê me li Burdurê kampa xwe kir. 2 transferên me yên nû jî gihîştin vê kampê. Piştî kampê me li Amedê amadekariyên maça Erziromê kir. Beriya lîgê me 16 transfer kirin û di dawiyê de me transfera yekê din jî kir û me bi tevahî 17 transfer kirin. Avakirina tîmekê ji nû ve gelekî zehmet e.”

‘Tesîsên me hatine temîrkirin’

Nedîm Şimşek diyar kir ku transferkirina bo tîmên nû derketine yên wekî Amedsporê, li gorî bajarên naskirî yên wekî Stenbolê zehmettir e û ev tişt anî ziman: “Tesîsên me hatine temîrkirin û di tesîsê de tadîlateke nêzîkî otela 5 stêrkî hatiye kirin û em ê beriya her deplasmanê civîna çapemeniyê li dar bixin. Sahayeke din a di tesîsan de dê di nav 20 rojan de biqede û tenê sahayek di tesîsan de ji bo Amedsporê têrê nake. Ez ji yên ku keda wan di çêkirina sahayên me yên di tesîsan de heye re spasiya xwe dikim.”

‘Rêveberî ji bo anîna lîstikvanan hewldanek gelekî mezin nîşan dan’

Besnîk Hasî da zanîn ku desteya rêveberiyê karên gelekî baş dikin û dixebitin û wiha axivî: “Dikarim bibêjim ku rêveberî ji bo anîna lîstikvanan ji bo Amedsporê bi rastî jî hewldanek gelekî mezin nîşan dan. Ew lîstikvan ku hatine divê adaptasyona wan a lîgê baş bibe. Ev pêvajoyeke dijwar e bêguman û hewl didin ku hawirdoreke profesyonel ava bikin. Ne tenê di nav tîmê de, di derveyî tîmê de jî hewl didin ku hawirdoreke xweş bê afirandin da ku di van pêvajoyan de ev tiştekî gelekî girîng e.”

‘Divê amadekariyek xurt hebe û em gelekî bixebitin’

Besnîk Hasî dest nîşan kir ku Lîga Superê lîgek gelekî dijwar e û wiha domand: “Divê amadekariyek xurt hebe û em gelekî bixebitin. Xebatên me û endamên desteya rêveberiyê ji meha Hezîranê ve dest pê kirin û didomin. Wekî rêveberî tiştê ji destê wan hat hemû kirin. Dema ku min bi Amedsporê re li hev kir, ji min re gotin ku ew ê bi rastî lîstikvanên rast, lîstikvanên ku ez dixwazim û lîstikvanên ku pêdivî bi wan heye bînin. Dikin û hewl didin ku zêdetir bikin. Di nav xwe de vê yekê baş bi rê ve dibin.”

‘Pêdiviya me bi hinek profîlên lîstikvanan ên diyarkirî jî dê çêbibe’

Besnîk Hasî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo vê demê ji tîmê razî ye û wiha pê de çû: “Bêguman gelek kar hene, gelek tiştên ku divê werin kirin hene. Em vê yekê jî dizanin. Pêdiviya me bi hinek profîlên lîstikvanan ên diyarkirî jî dê çêbibe. Bila lîstikvanên baş werin ku tîm hêj bêtir pêş bikeve. Di vê mebestê de dê pêdiviyeke me helbet çêbibe.”

‘Heger em wekî tîm bixwazin werin asteke baş, gav bi gav çûyîn gelekî girîng e’

Herî dawî Besnîk Hasî anî ziman ku alîgirên Amedsporê di nav bendewariyê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez vê yekê jî dizanim lê hewldanek gelekî mezin heye. Ji aliyê rêveberiyê ve dikarim bibêjim, xebatek baş dikin. Gelekî baş dixebitin da ku em ji bo antrenmanan û lîgê amadehiyê bikin. Ev rewşeke gelekî girîng e bêguman. Me maça xwe ya yekem li mala xwe li dijî Erziromê lîst. Serkeftina me ji bo me gelekî girîng bû û me 3 puanên girîng girt. Dikarim bibêjim ku me destpêkek baş kir. Bêguman em bi vê yekê jî dizanin ku ev destpêkek e. Dê periyodeke gelekî dirêj bikişîne. Di vê mabestê de amadebûn gelekî girîng e. Heger em wekî tîm bixwazin mezin bibin û werin asteke baş, gav bi gav çûyîn gelekî girîng e.”

Piştî axaftinan Besnîk Hasî û Nedîm Şîmşek pirsên rojnamegeran bersivandin û civîn bi dawî bû.

Etîket: AmedsporBesnîk HasîNedîm Şîmşek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Nahît Eren: Hewcedarî bi çandeke fûtbolê ya li gor erdnîgariyê heye

Nahît Eren: Hewcedarî bi çandeke fûtbolê ya li gor erdnîgariyê heye

22 ÎLON 2026
Amedsporê Beşîktaş jî têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn

Xelkê Amedê: Amedspor ji bo me nasname û hebûn e

22 ÎLON 2026
Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

21 ÎLON 2026
Ji bo maça Amedsporê 270 hezar kesan xwest bilêt bistîne

Ji bo maça Amedsporê 270 hezar kesan xwest bilêt bistîne

19 ÎLON 2026
Amedspor bî şampîyon û vejîya Super Lîg

The Guardianê pesnê Amedsporê da: Tişta Amedsporê taybet dike nasnameya wê ye

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne