* Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî diyar kir ku kuştinên jinan encama pergala serdest a mêr û bêcezatiyê ye û got: “Heta ku azadiya jinê neyê misogerkirin, em nikarin behsa civakeke demokratîk bikin.”
* Hevberdevkê Giştî ya HDKê Alî Kenanoglû diyar kir ku hikûmetê ji bo pêşxistina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gavên pêwîst neavêtine, diyar kir ku ev yek baweriya civakê qels dike û got: “Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ji bo Birêz Ocalan şertên azad bên avakirin, Komîsyona Meclîsê dest bi karê xwe bike û gavên demokratîk bên avêtin. Heke ev gav neyên avêtin, her tim îhtîmala dawîbûna pêvajoyê heye.”
* Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîne Omer bal kişand ser gavên qanûnî û sazûmanî yên ku ji bo parastina jinê hatine avêtin û destnîşan kir ku daxwaz û tekoşîna wan a bingehîn di nivîsandina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de jin cih bigirin.
* Malbatên girtiyên nexweş û Dayîkên Aştiyê yên Êlihê diyar kirin ku girtiyên nexweş di bin îşkenceyên giran de ne û xwestin hemû girtiyên nexweş bên berdan.
* Dema weşangeriya çapemeniya Kurdî ji aliyê daxwaza wekheviya zayendî ve tê analîzkirin, mirov dikare çapemeniya Kurdî dabeşî 4 beşan bike. Di çapemeniya Kurdî de JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya guherîna zimanê zayendperest dikin.
* Rahênarê werzîşê Ebru Şen bal kişand ser giringeya werzîşê û diyar kir ku ji bo jinan pêwîst e li her navçeyê cîhê werzîşê werin vekirin.
* Kulîba Hiqûqnasan a Zanîngeha Dîcleyê dê li Eywana Civînê ya Fakulteya Hiqûqê bi navê “Peyva me aşitî ye, israra me dad e, bîra me Tahîr Elçî ye” penelekê li dar bixe. (11:30)
* Tora Tekoşînê ya li Dijî Tundiyê ya Amedê dê daneyên tundiyê, li Eywana Civînê ya Tahîr Elçî bi civînekê parve bike. (12:30)
* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobetê ya bêdem a li pêşiya Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 8emîn de bidomînin. (14:00)
* TJA, Platformên 25ê Mijdarê, sazî û dezgehên jinan dê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî li gelek bajaran meş, çalakî û daxuyanî li dar bixin. (18:00 -19:30)










