• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Zimanê kurdî li Bakur di xetereyê de ye’

Amed / AW

14 KANÛN 2024 - 13:42
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku beriya panela “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” daxuyanî da got: “Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê di xetereyê de ye.”

Platforma Zimanê Kurdî panela bi mijara “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” ku Zimanzan û nivîskar Malmîsanîj, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar weke axivêr û li dar xist. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî panel pêşkêş kir. Beriya panelê têkildarî daxwazên xwe yên li ser ziman Çand Amed a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek da. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend. Gelek nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û nivîskar beşdar bûn. Şerefxan Cizîrî qala xebat û armancên platformê kir. Şerefxan Cizîrî anî ziman ku daxwaza platformê ew e ku Saziya Zimanê Kurdî di parlamentoya Tirkiyeyê de were giftûgokirin û damezrandin.

Di têkiliyên civakî û siyasî de Kurdî zêde nayê axaftin

Şerefxan Cizîrî da zanîn ku bikaranîna Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê di xetereyê de ye û wiha berdewam kir: “Divê rastîyên me vekirî werin gotin. Gelek mirovên Kurd asîmîle bûne, ji ziman, dirok, nasname û çanda xwe dûr ketine. Di têkiliyên civakî û siyasî de Zimanê Kurdî di asteke berfireh de nayê bikaranîn. Heke ev pêvajo wisa berdewam bike, wê neteweya Kurd li bakûrê Kurdistanê tûşî gelek zehmetiyên malkambax bibe.”

Bila hişmendiya zimanê Kurdî di nava gelê kurd de berz bibe

Şerefxan Cizîrî da zanîn ku ew weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku hişmendiya Zimanê Kurdi di nava gelê kurd de berz bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em daxwaz dikin ku partî û saziyên siyasî xebatên xwe bi Zimanê Kurdî bikin. Serok, şaredar, parlamenter û her wekî din baş bi Kurdî zanibin, bila serokên saziyên sivil jî bi Kurdî zanibin. Ango Platforma Zimanê Kurdi daxwaz dike ku zanebûna zimanê Kurdî di karê siyasî û civakî de bibe pîvaneke sereke. Ji ber ku ji bona miletê Kurd ev yeke erkeke netewî ye, exlaqî ye û bingehê hebûna me ye. Ji bona miletê Kurd ew pirsa man û nemanê ye.”

Zimanê kurdî hebûn û nasname ye

Şerefxan Cizîrî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava xebata Platforma Zimanê Kurdî de heta niha baş zelalbûye ku parti û tevgerên Kurdan li ser daxwazên ziman û mafê netewî dikarin bi hevdû re kar bikin. Di pirsa ziman û mafê netewî de siyaseta Kurd bi girseyî ji xwe hevbeş bûye. Ev rastî ji baş diyar e. Ji ber vê yekê jî em bi hevdû re û bi yek dengî dibêjin; Zimanê Kurdî hebûn, nasname û taca serê Kurdan e!”

Etîket: çandŞerefxan Cizîrîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne