• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

Sêrt / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 23:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi pêşengiya jinan û bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de bal kişandin ser nêzîkatiyê desthilatê yê ku bi neyênî nêzîkî pêvajoyê dibe û gotin: “Cihekî ku aştî û muzakere lê hebe divê ew du alî be. Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe.”

Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi pêşengiya jinan û bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi dirûşmeya “Em gotina aştiyê bi gel re ava aikin” li Parka Demorasiyê civîna gel hate lidarxistin. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Misircê, endamên partiyên siyasî û gelek endamên saziyên sivîl tevli civînê bûn.

Hevseroka DBPê ya Sêrtê Sayîre Eren pêşî axivî û got: “Nêzîkê sal û nîvekî em di nava pevajoyekê re derbas dibin. Divê em weke her tim hewl bidin ku karê xwe bi rêk û pêk bikin. Divê pergal jî êdî gavên şênber biavêje.”

‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî anî ziman ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku pêvajoyê bi civaka xwe bidin fêmkirin û got ku bi vê mebestê ew ê di nava civaka Kurd e karê xwe bikin û wiha axivî: “Ji roja ku pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin, heta roja em her tim li qadan in. Daxwaza me ew e ku ev pêvajo bi encam bibe û bi ser bikeve. Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olacan ve hatiye destpêkirin zêdetirî sal û nîvek derbas bû. Herî zêde dayikên me yên kezeb şewitî pêşengtî li vê pêvajoyê dikin. Di heman demê de hevalên me yên jin jî kedeke mezin didin. Û wekî ku em dibinin li gelek qadan jinên têkoşer kedeke gelek mezin didin. Em jin bi peywira xwe pêşengiya vê dîroke dikin. Statûya Kurdî çand, huner, nasname û ziman û keda bi salan ji bo me gelek bi nirxe. Ev qonaxa ku em tê de ne, ew jî li ser wê mîradeyê ye. Êdî em hatine wê qanoxe ku em aştî û azadiya xwe bi dest bixin. Li her çar aliyên Kurdistanê gelek berdêlên giran hatine dayîn. Bi pêşengiya jinan li rojavayê Kurdistanê şoreşeke mezin bi me dan nasîn û ji gelek gelan re  pêşengtî kir. Muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Cihekî ku aştî û muzakere lê hebe divê ew du alî be. Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe.”

‘Ciwan bi rêya hişbir û fuhûşê hedef tên girtin’

Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got: “Bi gelemperî ​polîtîkayên şerê taybet bi taybetî jinên ciwan û li ser ciwanên Kurd bi rêya hişbir û fuhûşê hedef tên girtin. Armanca vê yekê dûrxistina wan a têkoşîna siyasî ye û ev tişt di bin çavdêriya mekanîzmayên dewletê de tên kirin. Di vê çarçoveyê de bûyerên mîna Gulistan Dokû û Îpek Er wekî mînakên van polîtîkayan e. Ji avakirina Tirkiyeyê û vir ve hatiye xwestin ku Kurd bêne tunekirin an jî bêbandorkirin. Lê gelê Kurd xaka xwe neterikandiye û bi gelên din re têkoşînê mezin kiriye. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla çek şewitandin rê li ber siyaseta demokratîk vekirin. Nasname, çand û zimanê Kurdî bixe dixe bin ewlehiyê û dewlet dema gavên hiqûqî biavêje, divê daxwazên vî gelî li ber çavan bigire.“

Herî dawî Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar banga tevlibûn mitîngê li welatiyan kir û bername bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: civîn gelHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarMisircêsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026
Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

28 TÎRMEH 2026
Li Sêrtê li dijî fihûş û tiryakê çalakiya konvedanê hate lidarxistin

Li Sêrtê li dijî fihûş û tiryakê çalakiya konvedanê hate lidarxistin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne