Bi pêşengiya DEM Partiyê û TJAyê li Sêrtê li dijî fihûş û hişbirê meş hate lidarxistin piştî meşê girse li wir nobetê girtin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li nobetê kirin.
Çalakiya konvedanê ya ku ji aliye Partiyê Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di çarçoveya “Pêngava Rabin” a ku ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hatibû destpêkirin di roja 5emîn de berdewam dike. Girseyên beriya ku nobet bigirin li taxên Conbayir, Sakarya, Dûmlûpinar û Tînaztepe yên Sêrtê meşiyan û piştî meşê hatin li qada bazara haywanan çalakiyê nobetê li dar xistin. Çalakiya ku li dijî fihûş û hişbirê hatiye destpêkirin dê heta 31ê Tîrmehê berdewam bike. Gelek saziyên Sêrtê û endamê û rêveberên navçeya Misircê serdana nobetê kirin.
Hevserokê TUAY-DERê Mûrat Gogun dema meşê bang li welatiyên Sêrtê kir û got: “Banga me li hemû welatiyên Sêrtê ye ku li dijî fihûş, tiryak û li dijî hemû kiryarên qirêj derbikevin. Divê herkes xwedî li ciwanan derbikeve û da ku ciwan ji nava qirêjê derbikevin.”
Dê çalaki sibêjî berdewam bike.

















