Nobeta bi dirûşmeya “Pêngava Rabin” ku ji aliyê Platforma Şiyar be ve li Sêrtê hatiye destpêkirin di roja 6emîn de ji hêla BOTAN-DERê ve dewr hat girtin û bi bernameyên cur be cur berdewam kir.
Nobeta bi dirûşmeya “Pêngava Rabin” a ku ji aliyê Platforma Şiyar be ve hatiye destpêkirin li bazara heywanan a Sêrtê di roja 6emîn de berdewam kir. Komeleya Çandê û Ziman a Botanê (BOTAN-DER) a Sêrtê nobet dewr girt û bernameyên weke; muzîk, gerandina govendê, koma dengbêjiyê, koroya zarokan û nîşandayîna tîpên Kurdî nobet geş kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek endamên saziyên sivîl ên bajêr serdana nobetê kirin. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Li dijî hişbirê bê deng nemine” û “Em ê xwedî li taxên xwe derkevin” berz kirin.
‘Li dijî fihûşê em bê alternatîf nînin’
Hevserokê BOTAN-DERê Nacî Mizgîn di bernameyê axivî û got: “Li dijî fihûşê em bê alternatîf nînin. Zimanê me, çanda me, saziyên me hene. Em bang li ciwanên xwe dikin ku xwedî li saziyên xwe derkevin. Êdî em nikarin li malên xwe rûnên û li benda çareseriyê bin. Em ê kolan bi kolan bixebitin û ji vê fihûş û tiryakê bibin çareserî.”
Nobet dê sibê bi meşê bi dawî bibe.


















