• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên girtiyên nexweş: Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe wergirin!

Abdullah Esen / AW

25 November 2026 - 09:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Malbatên girtiyên nexweş û Dayikên Aştiyê yên Êlihê diyar kirin ku girtiyên nexweş di bin îşkenceyên giran de ne û xwestin hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî û bi sedan girtiyên nexweş tên ragirtin. Her çiqas biryarên dadgehan ên derbarê berdana girtiyên nexweş de hebin jî ji ber polîtîkaya dewletê ya li hember girtiyên siyasî, girtiyên nexweş nayên berdan. Her çiqas malbatên girtiyên nexweş ji bo berdana xizmên xwe serlêdana berdanê bikin jî heya îro ev yek bê encam maye. Xizmên girtiyên nexweş û endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê diyar kirin ku divê êdî rayedarên dewletê dev ji vê polîtîkaya li ser girtiyên nexweş berde û hemû girtiyên nexweş berdin.

‘Hevjînê min 74 salî ye û nexweş e’

Mehdiye Tapkan a hevjînê wê Şukru Tapkan (74) beriya niha 25 salan girtî mabû û beriya niha bi 2 salan carek din hatiye girtin û 18 sal ceza lê hatiye birîn bertek nîşanî polîtîkaya dewletê ya li ser girtiyan da û wiha axivî: “Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Di nava wan de girtiyên extiyar, nexweş û yên cezayê wan bidawîbûne nayên berdan hene. Tevî vê yekê jî bi destê kelemçe kirî wan dibin nexweşxaneyê û bi wî awayî wan dibin girtîgehê. Ev bû 30 sal ku em li ber deriyê girtîgehan e.Hevjînê min mirovekî 74 salî ye, 18 sal ceza dane wî. Niha cihên ku lê dimîne hucreya yek kesî ye. Ji bo tavê nebînin 6 metre di xwarê de ye. Nexweşiya astim û bironşîtê pê re heye. Kesekî di hucreyê de bimîne dê her tişt lê peyda bibe. Em dixwazin aştiyek çêbibe, êdî kesên girtî ji zindanan bêne berdan.”

‘Êdî dayikên girtiyan jî nikarin hin tiştan rakin’

Menîce Goktay jî diyar kir ku birayê wê Salîh Goktay ê 73 salî ev 23 sal in di zindanê de ye û got ku tevî nexweşiyên wî hene jî, dîsa nayê berdan û wiha got: “Em dixwazin aştiyek çêbibe, ev bû 23 sal in ku birayê min di zindanê de dîl tê girtin. Em dixwazin ku êdî deriyên heps û zindanan bê vekirin. Êdî dayîkên girtiyan jî nikarin hin tiştan rakin.”

‘Pêkûtiyên kêfî li dijî girtiyan pêk tên’

Dayika girtiyê bi navê Mahsûm Bîlen ê ku 30 sal in di zindanê de dîl tê girtin, Hasîbe Bîlen anî ziman ku kurê wê tevî nexweşiyên xwe jî dîsa nayê berdan û wiha axivî: “Wan nabin nexweşxaneyê, li wan napirsin, cezayên wan diqede nayên berdan. Pêşî li Êlihê bû, ji wir birin Trabzon, Sêwêreg, Riha û niha jî li Kirşehîrê ye. Her tim pêkutiyên kêfî li dijî wan pêk tên. Nexweşiya wî ya tansiyonê jî heye. Niha emrê wî 50î ye, hê 18 salî bû hate girtin. Dibin û tînin jî lê tedawiyeke wisa xweşik li wan nakin. Ji ber ku ez jî nexweşim bu salek ku min ew nedîtiye.”

‘Dema ku girtî bên berdan ew ê aştî jî çêbibe’

Dayika Aştiyê Maşallah Kaya jî bi lêv kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin aştî rojek zûtirîn pêk bê û girtî bên berdan. Piraniya wan nexweşên, penceşêrê ne, her roj cenazeyên girtiyan ji zindanan dertên. Ji bo ku girtî bên berdan û aştî pêk bê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dema ku girtî bên berdan ew ê aştî jî pêk bê. Em bang li Wezîrê Edaletê û hemû rayedaran dikin ku hemû girtiyên siyasî berdin.”

‘Dewlet li benda çi ye?’

Dayika Aştiyê Nûrhan Seçkîn jî bal kişand ser Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku du sal in hatiye destpêkirin û got ku tevî pêvajoyek hatiye destpêkirin jî hê ji bo aştî pêk bê tiştekî biçûk be jî nehatiye kirin û ev tişt got: “Em jî dixwazin aştiyek mayînde pêk bê. 20 berê jî me aştî dixwest. Bila êdî girtiyên me yên nexweş bêne berdan. Em naxwazin êdî cenazeyên girtiyan bi ser malbatan de bên. Dewlet li benda çi ye? Êdî baweriya me nemaye. Bila baweriyê bidin me û girtiyên me berdin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

25 November 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiya

Li Enqereyê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiya

25 November 2026
Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

25 November 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e

25 November 2026
Ayla Akat Ata: Jin ne temaşevanên pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne

Ayla Akat Ata: Jin ne temaşevanên pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne

25 November 2026
Jinan li Serhedê dengê xwe bilind kir: Jin jiyan azadî

Jinan li Serhedê dengê xwe bilind kir: Jin jiyan azadî

25 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne