• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Noel Barrot: Me di navbera Rojava û Tirkiyeyê de navbeynkarî kir

Navenda Nûçeyan / AW

12 HEZÎRAN 2025 - 10:16
Kategorî: ROJANE
A A

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dikin û piştgiriya Fransayê ya ji bo Kurdan dubare kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bersiv da nameya Senator Pascal Savodelli ku di nameyê de dihate gotin, divê Fransa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêle. Barrot anî ziman ku Fransa Kurdên Sûriyeyê diparêze û hewldanên xwe yên dîplomatîk ên ji bo aramiya li herêmê dewam dike.

Nameya Wezîr Barrot a ji bo Senator Savodelli bi vî rengî ye:

‘Divê mafên Kurdan hemû bên naskirin’

“Fransa rewşa Kurdên li Sûriyeyê -hevalbendên me yên dîrokî yên têkoşîna li dijî terorîzmê- bi baldariyeke taybet dişopîne. Zexta giran û bi xwîn a Beşar Esad a li ser gelê xwe, ku ji sala 2011an û pê ve dewam kir, yekser bû sedem ku gefa terora DAIŞê zêde bibe. Li hemberî vê gefê, weke Fransa me di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê navber têkoşîn meşand. Di 8ê Kanûna 2024an de bi ketina rejîma Esad re li Sûriyeyê hêviyeke mezin afirî. Li Sûriyeya nû divê Kurd bi rengekî tam û welatiyên wekhev beşdarî jinûve avakirina civaka Sûriyeyê bibin, xwedî nasnameya xwe bin û bi taybetî jî mafên wan ên çandî bêne naskirin.

Pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê divê her kesî vehewîne

Fransa bi biryar e ku pêvajoyeke derbasbûnê ya siyasî ya aştiyane û her kesî vedihewîne, bi biryar e. Ev nêzîkatî ji aliyê Serokkomarê me ve di 7ê Gulanê de li Parîsê di hevdîtina bi serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şaraa de careke din hate piştrastkirin. Ev pêvajoya derbasbûnê ya siyasî divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hev kom bike.

Bi rêk û pêk hevdîtinê bi Mazlûm Ebdî re dikim

Peymana pîvanî ya ku 10ê Adarê di navbera Otorîteya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hate mohrkirin, ji vî alî ve gava destpêkê ya erênî ye û bi demê re divê jinûve yekbûna Sûriyeyê û entegrasyona Kurdan bê pêkanîn. Weke Fransa ji bo navbeynkarî û piştgiriya bi diyalogê re me tevkarî li vê pêvajoyê kir û ji bo ev peyman bi temamî bê bicihanîn em piştgiriya xwe ya ji bo danûstandinan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de 24ê Nîsanê li Hewlêrê min hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir û pê re timî di nava danûstandinan de me. Di hevdîtinê de me rê û rêbazên misogerkirina ewlekariya nifûsa Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Me di navbera Tirk û Kurdan de karê navbeynkariyê kir

Her wiha em hewl didin entegrasyona Kurdên Sûriyeyî bi derdorên herêmî re misoger bikin. Di navbera Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Tirk de me karekî navbeynkariyê kir. Di danûstandinên xwe yên bi rêk û pêk de em bang li rayedarên Tirk dikin ku kêmkirina rageşiyê teşwîq bikin, dawî li rewşa şer bînin, em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî modûseke guncaw a vivendi (rêyeke lihevkirinê) peyda bikin. Her wiha ji bo hevdîtinên navbera Kurdên Sûriyeyî û Kurdên li Iraqê hêsan bikin, em xebitîn.”

Etîket: HSDMazlum EbdîNoel BarrotRojavaTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne