• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TEV-DEM: Peyman destpêka têkoşînek nû ye

Qamişlo / AW

31 ÇILE 2026 - 11:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
TEV-DEMê peymana di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de wek gaveke girîng ber bi îstiqrar û rawestandina şer ve nirxand. Di daxuyaniyê de peyman wekî, “Lihevkirin destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan e” hate pênasekirin. Di daxuyaniyê de bi boneya piştgiriya Rojava gelê Kurd hat silavkirin û spasî ji dostên Kurdan re hate kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de lihevkirin wek “destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ji bo sepandina mafên gelan” hat nirxandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em vê peymanê wekî gaveke girîng ber bi istîkrar, rawestandina şer û vekirina deriyê çareseriya siyasî ya li ser esasê diyalog û lihevhatinek dûrî şer dibînin.

‘Divê mafên hemû pêkhateyan bên misogerkirin’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê her çareseriyeke siyasî ya cidî mafên di serî de gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gelên li Sûriyê bi dehan salan e ji ber paşguhkirin û înkarê êş kişandine. Divê mafên ve cudahiyan teva bên mîsogerkirin.”

‘Baweriya me bi hêza me ya siyasî û leşkerî heye’

Di daxuyaniyê de piştgiriya peymanê hate kirin û wiha hate gotin: “Rêveberiya me ji destpêka şoreşê ve gelê me û destkeftiyên me parastin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserî divê sûriyeyî-sûriyeyî, li ser esasê rêzdariya li hemberî hev pêk bê. Divê çareserî li ser bingeha rêzdariya li hember taybetmendiyan, mîsogerkirina mafên gelê me be. Têkoşîna me nîşan daye ku li ser vê erdnîgariyê dikare aştiya navxweyî biparêze û li hember terorê bisekine.”

Serketina peymanê girêdayî pêkanînê ye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serxistina peymanê girêdayî asta pabendbûna aliyan bi pêkanîna bendên wê ye û hate gotin: “Divê bi rihê tevkarî, berpirsyarî, misogerkirina ku Hêzên Sûriya Demokratîk zerar nebîne lihevkirin pêk were. Ji ber ku HSDê destkeftiyek nîştimanî ye, roleke diyarker di têkbirina DAIŞê de û di parastina ezmûna demokratîk a ku bi xwîn û qurbaniyên mezin hatiye damezirandin de lîstiye.”

‘Gelê Kurd hemû qad vegerandin qada parastina Rojava’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û hêzên siyasî û civakî hat kirin ku bi zanebûn û berpirsyarî piştgiriyê bidi peymanê. di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Aştiya navxweyî biparêzin û hemû hewldanên provokatîk red bikin. Ji bo siberojeke demokratîk, bi rûmet, edalet û azadiyê ji tevahî Sûriyeyiyan, bi taybetî gelê me yê berxwedêr re bîne, kar bikin. Di heman demê de em spasiya gelê me li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku tevahî qad veguherandinê qadên parastin û piştgiriya destkeftiyên Rojava. Em helwesta piştevan a partî, hêzên Kurdistanî û kesayetên siyasî û dewletên ku piştgirî dan çareseriyên aştiyane û bûn sedema vê peymanê silav dikin.”

Etîket: Gelê kurdHikûmeta Demkî ya SûriyêHSDHTSKurdistanpeymanRojavaTEV-DEM
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne