• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Îmraliyê: Di vê qonaxê de bingeha qanûnî pir girîng e

Navenda Nûçeyan /AW

16 TÎRMEH 2025 - 13:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê re daxuyanî da. Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, diyar kir ku Wezareta Dadê xwedî cihekî taybet e û got: “Di vê qonaxa pêvajoyê de bingeha qanûnî pir girîng e.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku piştî civîna nêzîkî 45 deqeyan berdewam kir de Pervîn Buldan wiha axivî: “Ev serdanek girîng bû. Me nirxandinek giştî li ser qonaxên heyî yên pêvajoyê, hem ji aliyê siyasî û hem jî ji hêla qanûnî ve û rêya ku ji niha û pê ve dê bê şopandin kir. Em bawer dikin ku Wezîrê Dadê dê di vê pêvajoyê de rolek û berpirsiyariyek girîng li xwe bigire, lewra em dikevin qonaxa komîsyonê. Ji ber vê yekê, me jê re rave kir ku divê pêvajo li gorî bingehek qanûnî bê rêvebirin. Wî jî diyar kir ku wî heta niha her cure piştgirî daye û dê ji vir û şûn de jî ji bo berpirsiyariya rêveçûna pêvajoyê li ser bingehek qanûnî, bigire ser xwe. Ev civînek girîng û erênî bû. Em dîsa spasiya wî dikin.”

‘Erka Wezareta Dadê xwedî cihekî taybet e’

Mîthat Sancar jî diyar kir ku cîgirên wezîr jî beşdarî civînê bûne û hevdîtin bi awayeke erênî pêk hatiye. Sancar di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Di vê qonaxa pêvajoyê de bingeha qanûnî pir girîng e. Ji bo pêvajo bi awayeke rêk û pêk rêve biçe û ber bi pêvajoya aştî, hiqûqî pêş ve biçe erka Wezareta Dadê xwedî cihekî taybet e. Dê ji vir û şûn de gelek xebat bên kirin. Rola Wezareta Dadê div ê qonaxê de krîtîk e. Rêzdar Wezîr, diyar kir ku dê her cure tevgeriyê bidin. Zemîna hiqûqî çiqas xurt be dê pêşveçûna pêvajoyê jî ewqas xurt be. Baweriya me bi vê yekê heye. Wezîr destnîşan kir ku dê ji vir û şûn de tavkariya wan ê di asta herî bilind de be. Em spasdarên wî ne.”

Pirsên rojnamegeran bersivandin

Şandeyê piştî daxuyaniyê, pirsên rojnamegeran bersivand. Pervîn Buldanê got: “Her mijar hate axaftin. Em ê hûrgiliyan parve nekin.”

Qonaxeke nû dest pê dike

Pervîn Buldan, pirsa li ser berdana çekan bersivand û ev tişt got: “Bernameyek diyarkirî tune ye, lê pêvajo dê di qonaxan de rêvebiçe. Qonax bi qonax rêve diçe hûn ê bişopînin. Ji ber vê yekê, piştî tunekirina çekan, qonaxek nû dê dest pê bike. Ev qonax, qonaxa komîsyonê ye. Di qonaxa komîsyonê de gelek tişt hewce ne ku werin kirin. Komîsyon dê gelek erk û berpirsiyariyan bigire ser xwe. Dema ku ev qediya, dibe ku qonaxek din bê. Em her qonaxek bi rêya we bi raya giştî re parve dikin û em ê berdewam bikin.”

‘Hemû mijar dê bên rojeva komîsyonê’

Sancar di bersiva pirsa ‘gelo gerîlayên ku çek danîn dê beşdarî siyasetê bibin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dê qanûn bên amadekirin’ de got: “Her tişt dê di qonaxa komîsyonê de were nîqaşkirin.” Sancar, axaftina xwe wiha domand: “Dema ku komîsyon were damezrandin, dê ev hemû mijar bên rojeva komîsyonê. Komîsyon ji bo vê armancê tê damezrandin. Ev mijar dê di nava komîsyonê de bi aşkerayî werin nîqaşkirin û dê ji bo raya giştî vekirî bin. Ji bo me ne guncaw e ku em niha pêşbîniyan bikin an daxuyaniyan bidin. Komîsyon bi giranî ji bo çareserkirina van hemû pirsgirêkan di qada parlamentoyê de tê damezrandin. Ez bawer dikim ku ew ê di demek nêzîk de dest bi xebata xwe bike. Em tam nizanin ka çawa, lê pir nêz e. Me agahî wergirtiye ku dibe ku komîsyon vê hefteyê bicive.”

Etîket: HevditinŞandeya DEM Partiyê ya ÎmraliyêWezareta DadêYilmaz Tunç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

17 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne