• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Dogan Cîhan: Fermandarên çeteyan Tirk in

Mehmet Alî Ertaş / AW

17 KANÛN 2024 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Dogan Cîhan anî ziman ku dewleta Tirk hem ji bejahî û hem jî ji hewayî komên çeteyan bi rêve dibe û got: “Fermanên çeteyan serbaz û efserên Tirk in. Serokê Hikûmeta Şamê yê nû DAIŞî yê berê ye. Rihê xwe jê kiriye û qrewat xistiye stuyê xwe. Lê ew DAIŞiyeki kujer e. Li pişt HTŞê jî Ingiltere û Israil heye.”

Di 8ê Kanûnê de rejîma Baasê hilweşiya û li dû xwe jî siberojeke aloz hişt. Partiya Baasê bi dirûşma ‘azadî-sosyalîzm’ dest bi kar kir, lê bi teror, zext, îşkence û zordariya li ser gel, 61 salan li ser desthilatdariyê ma. Tevî ku di gorê de bû jî, ji Hafiz Esed hesab pirsîn. Gora wî dan ber agir û rejîma wî ya despotîk hilweşandin. Hişmendiya serdest HTŞ xiste nava tevgerê û gav bi gav nêzî armancên xwe bir. Lê gelên Sûriyeyê jî ajot nava tarîtî û nediyariyê. Îro HTŞ nasnameyê jî biguherîne, kirasê xwe jî biguherîne ne gengaz e ku cewhera xwe biguherîne û ji rêgezên xwe yên bîrdozî tawîzê bide. Îro tu kes hevî nake ku HTŞ guhertineke bingehîn bike. Di encamê de HTŞ, ji bo ku hebûna xwe bide qebûlkirin, dê bikeve pozîsyoneke guncaw û xwe bi cîhana derve re adapte bike. Ji niha ve dest bi dayîna peyamên nerm û sivikkirina fikaran kirine.

Balkêş e ku operasyona leşkerî di 27ê Mijdarê de pêk hat. Ev gelek pirsan bi xwe re tîne. Rasthatina salvegera damezirandina PKKê armanca vê operasyonê radixe pêş çavan. Piştî êrîşên HŞTê yên di 27ê Mijdarê de komên çeteyan ên ANS-OSO, Ceyş El Vatanî û Sultan Murat dest bi êrîşan kirin. Balkêş e li aliyekî komên çeteyan êrîşên xwe yên li herêma Şehba, Minbicê zêde kirin, li aliyê din jî artêşa Sûrî, Rûsya û Îranê bajarê Heleb, Hama, Hims ji HTŞê re hiştin û herî dawî di nava hefteyekî de HTŞ ket Şamê û Rejîma Şamê hilweşiya. Di 10ê Kanûnê de Serokê HTŞê Emû Muhammed Colanî hikûmeta Şamê ji bo demkî dewrî Muhammed el Beşir kir. HTŞê Muhammed El Beşîr wekî Serokê Hikûmeşa Şamê îlan kir.

Rojnameger Dogan Cîhan ku di enişa şer de geşedanên li herêmê dişopîne agahiyên li herêmê pêş dikeve parve kir. Rojnameger Dogan Cîhan li herêma Dêr Eferê geşedanan dişopîne û bûyeran ji nêzîk ve çavdêrî dike. Dogan Cîhan anî ziman ku şervanên HSDê li herême pêşiya çeteyan girtiye û wiha got: “Em niha di navbera Heleb, Bab û Minbicê de ne. Dêr Hefer navçeya Helebê ye. HSDê li vê navçeyê bi qasî firehiya 80 kîlometre xeta parastinê ava kiriye. Ji bo çete nikaribin êrîşî Herêma Rêveberiya Xweser bike, şervanên HSDê di parastinê de ne. Em niha di navbera Tebqa û Helebê de ne. Çete car caran êrîş dikin. Lê HSDê êrîşên wan dişkînin. Heta niha bi dehan çete hatine kuştin. 20 çete hatine girtin. HSD niha di xeta parastinê de ye. Gelê Kurd, Ereb, Suryanî û hemû gelên li herêmê diparêze.”

Yên êrîşî Minbicê dikin Tirkiye ye

Rojnameger Dogan Cîhan da zanîn ku li xeta Minbicê şer dijwar e û wiha got: “Li Minbicê êrîşên dijwar hene. Dewleta Tirkiyeyê êrîşî Minbicê dike. Dibêjin çete, lê ne çete ne. Yên êrîş dikin artêşa tirk bi xwe ye. Operasyonên tirk bi nav kirin. Navê Operasyona Enqere lê kirin. Ev operasyon bi taybet bi fermana Erdogan hat destpêkirin. Em nikarin belge bikin lê di operasyonan de efser û fermandarên artêşa tirk hene. Efser, serbaz û fermandarên Artêşa Tirk li vir yekîne ava kirine. Di yekîneyan de çete hene. Lê berpirsiyarên van çeteyan fermandarên tirk hene. Yê ku van çeteyan kordîne û perwerde dike fermandarên tirk in. Navendên wan hemû li tirkiyeyê ye. Li gorî kordînatên hewayê di qada bejayî de pêş dikevin. Ev fermandarên tirk rî berdane. Bi erebî di a xivin. Şikl û şemal guhertine. Lê fermandarên tirk bi xwe ne.”

Tirkiye dixwaze tirsê têxe nava gel

Rojnameger Dogan Cîhan da zanin ku artêşa Tirk raste rast balafirên şer û keşfê dixwe dewreyê û ev agahî dan: “Li bejayî jî yekîneyên wan erîş dikin. Artêşa tirk dixwaze bi çeteyên xwe di nava gel de aramiyê pêş bixe. Dixwaze tirs û xofê ava bikin. Jinan, zarokan, kal û pîran qetil dike. Komkujiyek mezin li ser Minbicê heye. HSD jî dixwaze gelê ereb, gelê sivîl û gelê Minbicê biparêze. HSDê ji bo parastina gel agirbest îlan kir. Lê heta niha ji bo agirbestê ji aliyê din ve gavên şênber nehatine avêtin. Hîn bi balafirên xwe bi topên xwe êrîşî bendava Tişrîne dikin. Stasyona Tişrinê ji xizmetê derxistine. Êrîşî derdora pira Qereqozaxê û milê Kobanê dikin. Herêmê bombaran û topbaran dikin. Li herêmê şer didome. Hêzên HSDê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Di xeta parastinê de bersîvê didin.”

DAIŞ xwe di bin erdê de bi rêxistin dike

Rojnameger Dogan Cîhan bal kişand ser rêxistinbûna DAIŞê û wiha berdewam kir: “Dîsa xeta Dêra Zorê heye. Li Dêra Zorê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê bi xwe heye. Ev meclisa leşkerî ji ber valahî û lawazbûna rejîma Baasê derbasî Rojavayê Firatê bûbû. Meclisa leşkerî heta deriyê Ebû Kemal pêşve çûbû. Ji bo rê li pêş metirsiya DAIŞê bigire parastin dikir. Niha li tevahiya herêmê metirsiya DAIŞê heye. DAIŞ xwe li ser çi ava dike. Dema HSDê li Dêra Zorê û Xeta Baqosê tunebûna DAIŞê îlan kir, bi temamî tune nebû. Rê û rêbazên rêxistinkirina xwe guhert. DAIŞê berê li ser erd bajar dagir dikirin. Bi awayekî pergalî bajar bi rêve dibir. Lê dema li dijî HSDê têk çû, rêbaza rêxistinkirina xwe guhert. Rêxistina binerdê û veşarî pêş xist. Li gelek herêman şanêyên bin erdê pêş xist û dema derfet dît dest bi çalakiyan dikir. Lê piştî di 27ê Mijdarê de li dijî rejîma Baasê êrîş pêk hatin, li herêmê valahiyek mezin pêş ket. Rejîmê hêza xwe vekişand û DAIŞê hêz ji wir girt. Bi taybetî li nêzî sînorên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê valahiyek derket. Li vê xetê yekîneyên DAIŞ bi taybetî li xeta Tebqa, Reqa û Dêra zorê di bin erdê de xwe bi rêxistin kiriye. Vê xetê bikar tîne. Hin caran çalakiyan dike. HSD jî dem bi dem li dijî van yekîneyan operasyonên ewlehiyê pêk tîne. HSDê ji 27ê mijdarê zêdetirî 60 çeteyên DAIŞ’ê gğirtine. Piştî HSD derbasî Rojavayê Dêra Zorê bû û meşiya Deriyê Boo Kemal deriyê Iraq û Sûriyeyê xwest valahî çênebe.”

Li pişt HTŞê Israîl û Îngiltere heye

Rojnameger Dogan Cîhan herî dawî bal kişand ser geşedanên piştî 27ê Mijdarê ku bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) an go Cebet El Nusra pêş ket û wiha bi dawî kir: “Hewldana avakirina Hikûmeta Şamê heye. Li pişt vê hêzê Israîl û Îngiltere heye. Dîsa Tirkiye û heta astekê DYA jî heye. HTŞ niha dixwaze li Şamê hikûmeteke sivîl ava bike. Lê ev çiqas dê çiqas pêk bê û çiqas vîna gelê sûriye ike em ê bibînin. Dogan Cîhan anî ziman ku Serokwezîrê ku niha HTŞê ji bo hikûmetê diyar kiriye DAIŞî ye û wiha got: “Niha dixwazin hikûmeteke sivîl ava bikin. Ev kes kujer e, tecawizkar e. DAIŞî ye. Berê rûyê xwe hebû. Mirov dikuştin. Lê niha ruyê wî jê kirin û cilên fermî lê kirin. Qiravat xist situyê wî û anîn ser hikûmetê. Eniya kurd niha bi fikar û baldar nêzîk dibe. Niha nûnerên eniya Kurd dibêjin HTŞê li dijî me şer nekiriye em jî li dijî wan şer nakin. Dîsa dibêjin ji bo diyalogê jî em amade ne. Niha dixwazin hinekî temaşe bikin û bibînin. Lê niha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên çeteyan ên bi wê ve girêdayî metirsî hene. Ji ber metirsiyan civîn hatine qedexekirin. Kombûn hatine qedexekirin. Ji 8ê êvarî heta 8ê sibê derketina derve qedexe ye. Ev qedexe ji ber metirsiya êrîşan û ewlehiya canê gel e. Fermandariya Giştî ya Hêza Ewlekariya Hundirîn ev biryar ragihandiye. HSD dixwaze bi awayekî ewle ev pêvajo derbas bibe. Lê dewleta tirk dixwaze planên xwe yên qirkirinê ya sedsala 21e têxe meriyetê. Dixwaze li ser kurdan qirkirinê pêk bîne û Rêveberiya Xweser tune bike. Dixwazehemû Sûriyeyê dagir bike û rêveberiya xweser li herêmê tune bike. Li ser vê yekê êrîşên xwe didomîne. Bi taybet li Qamişloş Girkê Lege bombebaran dike. Tirkiye dixwa li vê herêmê alozî û qeyranan derxe. Şaneyên xwe dixe tevgerê û propaganda reş pêş dixe. Divê geleme jî li dijî van yekan baldar bin. MÎT van lîstikan pêş dixe PDK jî din ava heman planan de ye. Dixwaze di navbera gelê kurd û ereb de nakokiyan ava bike. Lê li dijî vê yekê berxwedanek pir mezin heye.”

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: ÇeteColanîDAIŞDogan CîhanefserHTSMinbicTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne