• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

Selman Pala / AW

31 KANÛN 2025 - 09:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Rêveberê KURDÎGEHê Çetîn Ergîn, bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya li Serhedê û got: “Daxwaza gel ya ji bo perwerdehî û statuya Kurdî pir zêde ye.”

Xebatên ser çand û ziman li Serhedê her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî welatiyan xebatên ji bo zimanê Kurdî tên meşandin qels in û divê xebat hêj xurttir bên lidarxistin. Di mijara ziman de berpirsyariya mezin a şaredariyan û saziyên zimanê Kurdî ne. Li bajarê Wanê 12 şaredarî û 2 saziyên ziman hene. Lê belê xebatên şaredarî û saziyên ziman dîsa jî kêm dimînin.

Rêveberê Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Çetîn Ergîn têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

‘Kurd li dijî înkarkirinê pir berdêl dan’

Çetîn Ergîn anî ziman ku neteweyek bi tunebûna çand û zimanê xwe ve winda dibe û da zanîn ku li Kurdistanê zimanê Kurdan bi qanûnan hatiye tunekirin. Çetîn Ergîn diyar kir ku ziman û çanda Kurdan piştî Şerê Cîhanê yê Yêkemîn bi politîkayên înkarkirinê hatiye qedexekirin û got: “Li dijî inkarkirina zimanê Kurdî gelê Kurd pir berdêl daye û hêj jî dide. Zimanê Kurdî ne tenê zimanê axiftinê ye. Heke zimanê dayikê winda bibe dê çand û dîrok jî hêdî hêdî winda bibe. Herkes bi qasî bikare divê zimanê xwe biaxive. Her kes divê mijarê de azad e û bi kokên xwe ve girêdayî ye.”

‘Têrbûna saziyan cihê nîqaşê ye’

Çetîn Ergîn bi lêv kir ku KURDÎGEH li seranserê herema Serhedê xebatên ziman dimeşîne û di van xebatan de xwedî planekê taybet e. Çetîn Ergîn bi bîr xist ku li bajarên Wan, Agirî, Bedlîs û Colemêrgê saziyên ziman hatine vekirin û ev tişt gotin: “Ev sazî di hemû astan de dersên Kurdî didin. Herwiha ji bo peşxistina zimanê Kurdî konferans û komxebat tên lidarxistin. Nêzîkatiya gel ji bo zimanê xwe pir erênî ye. Daxaza gel ji bo perwerde û statûya Kurdî pir zêde ye. Gelô saziyen ziman têra daxwazên gel dikin an na? Ev mijara nîqaşê ye.”

‘Divê şaredarî hemû xebatên xwe bikin dû zimanî’

Di berdewama axaftina xwe de Çetîn Ergîn bilêv saziyên ziman herçiqas karê xwe bikin jî divê tenê ev xebat bi saziyan re sînordar nebe û axaftina xwe wiha domand: “Divê şaredarî di mijarên ziman de pir xurt bin. Divê hemû xebatên xwe bikin du zimanî, di taxan de qursên Kurdî vekin, ji bo hemû karmend û xebatkarên şaredariyê polên zimanê Kurdî vekin. Lê mixabin ew du sal in şaredarî ji bo zimanê dayikê çi xebat nekirine. Tenê Şaredariya Rêya Armuşê çend pol vekirin, em wan pîroz dikin.”

‘Em ê her derê bikin dibistana Kurdî’

Çetîn Ergîn destnîşan kir ku KURDÎGEHê gava dest bi xebatên xwe kir li ser sê mijaran plansaziya xwe amade kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li hemû bajarên Serhedê saziyên ziman bên vekirin, komxebat û li ser zimanê Kurdî konferans bên lidarxistin. Divê di saziyên Kurdî de di hemû astan de pol bên vekirin, hemû şaredarî û rexistinên sivîl tev li van xebatên ziman bibin û ji bo wan xebatan li her derê komîsyon bên avakirin. Armanca me ew e ku di hemû taxan û şaredariyan de polên Kurdî vekin û ji bo herêma Serhedê komîsyona perwerdehiyê ava bikin. Her wiha em plan dikin ku koma mamoste û wergerê jî ava bikin. Dîsa em ê li her malan, çayxaneyan û hemû deran bikin dibistan. Em ê bi esnafan re dest bi civînan bikin da ku tabelayên xwe bikin du zimanî. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê rojane û zimanê bazirganiyê. Em ê zimanê Kurdî bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehiyê û bikin xwedî statû.”

 

Etîket: KURDÎGEHStatuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026
Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

10 ÎLON 2026
Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

9 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne