Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Arslan ku bal kişand ser dewlemendiya zimanê Kurdî û diyar kir ku ji ber ku Kurdî zimanekî kevn e, xwe li ber bişaftinê girtiye û neheliyaye.
Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî qedîm û dewlemend ê cîhanê ye. Bingeha xwe ji serdema nivîs tê dîtin digire û ji ber vê yekê jî di nava zimanên herî qedîm de tê binavkirin. Ji ber vê ye ku zimanê Kurdî tevî zext û polîtîkayên bişaftinê yên serdestan jî li ser pêyan maye û xwe parastiye. Vê yekê nehiştiye ku Kurdî weke gelek zimanên din bihele û winda bibe. Gelê Kurd jî ji bo parastina zimanê Kurdî bedelên giran dane û nehiştiye nirxên wan ên neteweyî winda bibin.
Hevseroka Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Arîfe Arslan derbarê dewlemendiya zimanê Kurdî de da zanîn ku di dîrokê de li gorî lekolînan mirov dikare zimanê kurdî vek yek ji zimanê yekemîn yê cîhanê qebûl bike.

Dewlemendiya zimanê Kurdî
Arîfe Arslan diyar kir ku mirov dikare dewlemendiya Kurdî bi kevnbûna wê ve girê bide û wiha got: “Kurdî, ji ber ku bi hezaran salan e hatiye axaftin, ji gelek civakên din jî peyv girtiye û dewlementir bûye. Lê mixabin di van demên borî de bandora bişaftinê zêde bûye. Bandora dibistanên serdestan û zexta wan jî bandoreke neyînî dike û ji ber ku Kurdî zimanekî fermî nîn e, perwerdeya wê tune ye, lawaz dibe. Her wiha kesên temen mezin jî ji vê dinê koç dikin, lewma gelek peyvên resen jî bi wan re diçe. Ji bo pêşîgirtina vê yekê divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî bibe û lêkolîn li ser werin kirin.”
‘Ziman neteweyekê temsîl dike’
Arîfe Arslan destnîşan kir ku heke zimanê Kurdî evqas devlemend û belav neba li gor ewqas serdehatin û bişavtinê nedikarî xwe li ser pêyan bigire. Arîfe Aslan diyar kir ku ji ber desthilatdar dixwazin zimanê Kurdî ji holê rakin û wiha pê de çû: “Zimanê Kurdî ewqas dewlemend neba û bingeha wê xurt neba li ber van polîtikayên asîmîlasyonê nedikarî xwe biparêze. Dayik û kalên me zimanê Kurdî parastin e û heta vî wextî hatiye, niha jî parastin dikeve li ser milên me. Di dîrokê de heta niha Kurd gelek caran koçber bûne. Armanca van kesan jî ev e ku zimanê Kurdî ji holê rakin û bidin jibîrkirin. Ziman, neteweyekê temsîl dike û welat e. Yên ku nikarin zimane xwe xwedî derkevin, nikarin tu nirxên xwe xwedî derkevin.”
‘Ji bo Kurdî qadên fermî dikarin biafirînin’
Arîfe Arslan bal kişand giringiya lêkolînkirina li ser ziman û got: “Ji bo zimanê Kurdî bigihîje dewlemendiya xwe ya berê divê saziyên lêkolînê werin avakirin û di nava civakê de lekolînên berfireh bên kirin. Mixabin zimanê biyanî ketiye di nava zimanê me de û em peyvên Kurdî yên resen bi kar naynîn. Dikarin kadên fermî biafirînin, avabikin û ji nû ve lekolînên kûr li ser ziman bikin. Neteweya kurd bi salan e di hemû qadan de li ber xwe dide. Çend netewe-dewlet dixwazin Kurdan ji holê rakin, wek fîzîkî nebe jî wek nirxên netewî. Parastina ziman peywira gelê Kurd e.”













