Amed – Mamosteyên Kooperatîfa ANKAyê bal kişandin ser xebatên kooperatîfê û wiha gotin: “Em bi şert û mercên kêm û bi derfetên biçûk hewl didin ku li dijî bişaftinê bibin pêleke serkeftina zimanê Kurdî. Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê zimanê xwe bînin ANKAyê.”
Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdehiyê ya ANKAyê ku ji bo zarok bi zimanê xwe yê dayikê jiyana xwe bidomînin xebatan dike, bi zaravayên zimanê Kurdî û îngilîzî perwerdeyê dide. Kooperatîfa ku di qadên wêne, drama û muzîkê de perwerdeyê dide zarokan, armanc dike ku hem zarokanan arasteyî ziman bike hem jî potansiyela wan a afirîneriyê derxîne holê. Kooperatifa ANKAyê bi atolyeyên wêne, drama, ziman û muzîkê zarokan perwerde dike.
Qeydên Kooperatîfê yên serdema nû di 1ê Îlonê de destpê kir dê heya 20 Îlonê bidome. Di di serdema nû de Kooperatîf dê atolyeyên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî, İngilîzî; herwiha wêne, peykersazî, muzîk û dramayê pêk bîne.
Endam û mamosteyên Kooperatîfa ANKAyê Dîlan Şevîşoglu û Bêrîvan Dûman derheqê xebatên xwe de ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Eleqeya malbat û zarokan pir e’
Dîlan Şevîşogluyê diyarkir ku Kooperatîfa Ankayê, 7 salin ji bo zarok bi zimanê xwe mezin bibin û perwerde bibin bi dildar,yeke mezin seranserê salê atolyeyan pêk tîne û wiha got: “Ev atolyeya me di navê xwe de dibe 2 serdem. Her serdemek me ji 6 mehan pêk tê. Di van 6 mehan de em qeydan digirin. Em bi van atolyeyan wate û giringiya ziman îngilizî û 3 zaravayan Kurdî hînî zarokan dikin. Her wiha bêguman dema ku em bêjin zarok, hîndekariya zarokan, atolyeya zarokan bêhuner, bêçand nabe. Bi pergala pirzimanî re jî em zarokan arasteyî hunerê dikin. Wekî drama, muzîk, em bêjin wêne, fêrbûna wan a seramîk, herî, yanî heykeltiraşî, em wan arasteyî vê jî dikin. Em van hemûyan bi zimanê zikmakî didin. Elaqeya malbat û zarokan pir e. Zarok ji ber ku nava hefteyê diçin dibistana fermî, bi rastî pir dem ji bo Kooperatîfa Ankayê û perwerdehiya Ankayê namîne. Em jî daxwaza fermîbûnekî, statûyekî dikin ku mafê her zarokî heye hemû rojên xwe veqetîne ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî.”
‘Ev atolyeyên me ji 8 dersan pêk tên’
Dîlan Şevîşogluyê destnîşankir ku 2 roj dersên pirzimanî, 2 roj jî dersên hunerê didin û got: “Hem nava hefteyê hem dawiya hefteyê atolyeyên me hene. Ev atolyeyên me ji 8 dersan pêk tê. Wekî me hejmartî pergala pirzimanî û huner û çand û muzîk jî di nav de. Zarokên ku em qeyda wan digirin temenê wan di navbera 6 û 16 salî de ne. Polên me yên biçûkan jî hene, yên mezinan jî hene. Dil dixwaze nava hefteyê 5 rojan em zarokan bi zimanê wan perwerde bikin. Lê ji ber ku niha statûya zimanê Kurdî nîn e, em wekî atolye pêk tînin. Ev jî têra perwerdehiya bi zimanê zikmakî a herî baş nake. Ji ber wê pêla bişaftinê, her ku diçe zêde dibe. Taybet jî em dixwazin vê bînin ziman; bişaftin sucê mirovahiyê ye. Dema ku zarok tên, 5 rojan mecbur dibin diçin dibistana fermî, 2 rojan tên atolyeyên ANKAyê hînî zimanê xwe ê zikmakî û hunera bi Kurdî dibin. Ev zarok pirsa ji me dikin, dibêjin, ‘Çima perwerdehiya bi Tirkî 5 roj in, çima ya me tenê 2 roj in?’ Heftê 7 rojan em dixwînin, em 2 rojan bêhnvedana xwe nadin, em dixwazin wan her du rojên xwe yên bêhnvedanê bêne vir hînî zimanê xwe ê zikmakî û çanda xwe bibin. Malbat jî, zarok jî her tim pirsên wiha arasteyî me dikin. Em wekî mamoste pir ditengijîn.”
‘Zarokên xwe tev li van atolyeyan bikin’
Dîlan Şevîşoglu di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê bingeha perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê sazkirin, divê politîka ji bo vê guncav be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê îsal dema ku dibistanên fermî dest pê kirin, gelek malbatên me yên par di koma me de pirsên xwe ji me dikirin. Digotin, ‘mamoste pevajoya aştiyê heye, gelo dersen zimanê me jî nav hefteyê 5 roj in?’ Em wekî mamoste li hemberî van pirsan bêbersiv dimînin. Bi rastî hişyarbûnek heye ji hêla ziman ve, daxwaz hene. Daxwaza fermiyeta heftiyê 5 rojan heye. Lê mîxabin ji ber ku niha şert û mercên me dest nadin 5 rojan, em bi şert û mercên kêm û bi derfetên biçûk hewl didin ku li hemberî bişaftinê bibin pêleke serkeftina zimanê Kurdî. Ji 1ê îlonê heta 20ê îlonê qeydên me yên Kooperatîfa Ankayê hene. Hûn dikarin li serlêdanê bikin. Zarokên xwe tev li van atolyeyan bikin.”
‘Zarok bi zimanê xwe dikarin xwe bînin ziman’
Mamosteya Dramayê Bêrîvan Dûman jî anî ziman ku zarok di dersên bi zimanê dayikê de zêdetir xwe azad hîs dikin, hem jî afirîneriya xwe derdixin holê û got: “Zarok bi zimanê xwe dikarin xwe bînin ziman. Di dersa dramayê de jî çanda xwe dibînin bi zimanê xwe dilîzin kêfxweş dibin. Zarok zêdetir hewl didin ku li ser zimanê xwe xebata xwe bikin, zêdetir çalakiyên xwe bikin û zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin. Ew hişmendî di zarokan de ava dibe. Em mamoste jî çi deste me tê dikin, dixwazin bikin lê belê berpirsyariya herî girîng ya malbatan e. Divê malbat teqez li gel zarokên xwe Kurdî biaxivin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin. Divê malbat zarokê xwe ji bo perwerde ya zimanê xwe bînin li vir.”













