• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rejîma Îranê nivîsandina bi tîpên latînî qedexe kiriye!

Bazîd Evren / AW

17 GULAN 2025 - 08:25
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Nivîskar û helbestvan Seyîd Celal Nizamî bal kişand ser polîtîkayên rejîma Îranê ya li ser zimanê Kurdî û diyar kir ku tîpên latînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine qedexekirin û got: “Tevî ku di destûrê de mafê perwerdehiyê heye jî lê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan tune ye.”

Zextên li ser zimanê Kurdî li çar milên Kurdistanê bi awayekî xeter didome. Li rojhilatê Kurdistanê rasterast qedexeyek nîn e, lê polîtîkayên zextkirinê zimanê Kurdî jî lawaz dike. Li gorî madeya 15emîn ya Qanûna Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê hemû gelên cuda dikarin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bigirin. Lê, pêkanînên Îranê yên derbarê Kurdî de nîşan dide ku hê jî ev made neketiye meriyetê. Tevî destûrê de hatiye nivîsandin jî di dibistan û zanîngehan de perwerdehiya bi zimanê Kurdî nîn e û bi ser de jî mamosteyên Kurdî binçav dikin, digirin û wan neçarî penaberiyê dikin. Her wiha mamosteyên Kurdî bi dar ve jî dikin.

Nivîskar û helbestvan Seyîd Celal Nizamî ji Ajansa Welat re axivî û behsa polîtîkayên Îranê yên li ser zimanê Kurdî kir.

‘Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tîpên latînî hatin qedexekirin!’

Seyîd Celal Nizamî anî ziman ku li Rojhilat ziman, çand û hunera Kurdî pêş ve diçe û ti qedexe li ser nîn e. Celal Nizamî diyar kir ku rejîma Îranê car azadiyeke zêde dide, car jî vê azadiyê dibire. Celal Nizamî behsa sansurê jî kir û got: “Çapkirina pirtûkên Kurdî sansur dikin û niha vê dawiyê jî nivîsandina bi tîpên latînî qedexe kirin e. Niha qet destûr nîn e ku em kovar û pirtûkan bi tîpên latînî çap bikin. Lê belê ti qedexe li ser Kurdî ya bi tîpên aramî tê nivîsandin nîn e. Di Îrana Şah ya beriya rejîma Îslamê de desthilat bû, qedexe li ser çapkirin, nivîsandina Kurdî hebû, lê niha tiştek wiha nîn e. Bi serketina Komara Îslamî pêşveçûnek berbiçav ya derbarê xwendin, nivîsandin û çapemeniya Kurdî de çêbû û em bi vê yekê jî kêfxweş in. Lê, mixabin zimanê Kurdî di roja îroyîn de jî hê jî weke zimanê fermî nehatiye pejirandin. Xebatên ji bo fermîkirina zimanê Kurdî ev demeke dirêj e ji aliyê partiyên siyasî, saziyên xwecîhî û kesayetên navdar ve dimeşin. Xwesteka me jî ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, pirtûkên dersê yên dibistan û zanîngehan bên çapkirin.”

‘Tevî qanûnê jî perwerdehiya bi Kurdî nîn e’

Celal Nizamî destnîşan kir ku polîtîkayên rejîma Îslamî ya derbarê Kurdî de dem bi dem diguhere û got ku dema şoreş pêk anîn û nû bûn desthilat di qanûna bingehîn de ji bo zimanên gelên li Îranê dijîn serbestiyek dan. Celal Nizamî di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: “Di destpêka şoreşê de gelek kovar, neşriye, mecelle hwd. bi alikariya saziyên fermî hatine derxistin. Lê perwerdehiya bi zimanê Kurdî tevî di qanûna bingehîn de hatiye nivîsîn jî hê di dibistanan û zanîngehan de neketiye meriyetê. Tenê li Zanîngeha Sînê ya Kurdî di çend beşan de perwerdehiya bi zimanê Kurdî tê dayîn.”

‘Li ser torên medyaya dîjîtal Kurdî di nava ciwanan de belav dibe’

Celal Nizamî bal kişand ser pêşxistina zimanê Kurdî jî û diyar kir ku divê li ser ferheng û wêjeya Kurdî xebat û çalakî bên kirin. Celal Nizamî da zanîn ku çalakiyên çand û hunerî û weşangeriyê dê bibe sedem ku ciwan fêrî Kurdî bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewceyî bi ferhengên Farisî-Kurdî, Tirkî-Kurdî heye ku em miletê xwe hînî zimanê Kurdî bikin. Bêguman gelek ferheng hene, lê divê pirrtir bên çapkirin. Niha çend xebatên min li ser vê mijarê hene û ez bi zimanê Farisî xalên girîng ên Kurdî vedibêjim. Armanca min ew e ku ciwanên me yên Kurdî nizanin bi saya van xebatan bikevin ferqa zimanê xwe yê dayikê û hînî Kurdî bibin. Çi bi rêya çand û hunerê, çi jî bi rêya nivîskariyê gelek keç û xortên me hene ku bi dilsozî ji bo pêşxistina Kurdî dixebitin. Her wiha torên medyaya dîjîtal gelek bandorê li ser hînbûna ziman dikin. Niha di nava ciwanan de jî li ser van toran zimanê Kurdî belav dibe û ev yek dê bibe sedama geşbûna Kurdî di nava ciwanan de.”

Derheqê Seyîd Celal Nizamî de

Celal Nizamî ji gundê Kurane yê girêdayî Ûrmiyeyê ye. Celal Nizamî, ji malbata Seyîd Ûbeydûllah Nehrî yê Şemzînanî ye û piştî têkçûna serhiladana Ûbeydûllah Nehrî koçber dibin û malbata wî derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Nizamî, li Ûrmiyê dîploma edebî wergirtiye û li bajarê Tehranê ya paytexta Îranê jî lîsansa Îngilizî xelas kiriye. Salên dirêj di radyoyên Kurdî de xebitiye û niha endamê PENa Kurd e û nivîskarî û helbestvaniyê dike. Dîwana Hizr û Hîvî, Rênivîsa Kurdî, Efsaneya Memê Alan (Werger), Civaknasî û Zimannasiya Kurmancî û Dîwana Mela Mihemedê Seyda çend pirtûkên Celal Nizamî ne.

Etîket: KurdîRejîma ÎranêRojhilatê Kurdistanêtîpên latînîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

30 HEZÎRAN 2026
‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

30 HEZÎRAN 2026
Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

28 HEZÎRAN 2026
Birîna ku rejîma Îran nû dike: Kîmyabarana Serdeştê!

Birîna ku rejîma Îran nû dike: Kîmyabarana Serdeştê!

28 HEZÎRAN 2026
Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

27 HEZÎRAN 2026
Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (35)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne