Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Bi daxuyaniye kî bernama 12emîn salvegera fermanê aşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalekiyên bîranînan bên lidarxistin.
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) îro bi daxuyaniyekî bernama 12emîn salvegera fermanê aşkere kirin. Daxuyanî li Sûka Serî ya şengalê bi tevlîbûna rêveberyên gelekî saziyan hate lidarxistin. Di daxuyaniyê da hate aşkerekirin ku îsal navenda çalekiyên bîranînê cangoriyên fermanê wê li Sûka Serî ya Şengalê be.
Daxuyanî li Sûka Serî ya Şengalê bi tevlî bûna gelek endam û rêveberiyên saziyan hate lidarxistin. Daxuyanî ji alî Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên va hate dayin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em nêzî salvegera 12emîn a fermanê dibin. Di serî de em hemû cangoriyên fermanê bîbîr tînîn. Di heman demê da şervanên ku bi hewara xelkê Êzidî hatine û şehîd ketîne, em wan bîbîr tînîn. Dîlên me yên di dest çeteyên DAIŞê de ne, em ji xwedê hevî dikin roj berî rojeke din zutir bîgihêjin azadiya xwe.
Em Meclisa Gel a Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve îro li Sûka Serî ya Şengalê amede ne. Ji îro heta 3yê Tebaxê çalakiya bîranînê em li sûka serî pêk bînîn. Em hemû gelê xwe, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, oldar herkesî vedixwînin ku bên, em bi hev re ji bo cangoriyên xwe bîranîna pêkbînîn û bîrdariyekî ji bo cangoriyên xwe çêbikin. Em ji îro heta roja reş 3yê Tebaxê bi hemû pêkhateyan ve li Sûka Serî amede bibin. Îro me careke din li Sûka Serî weneyên cangoriyên xwe hildin. Wê ji îro şûn ve bi pêşengiya Meclisa Gel a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û bi hemû saziyên xwe ve, em ê li Sûka Serî û giştî Şengalê çalekiyên cûr bi cûr pêk bînîn.”













