• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PPT dê ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên Tirkiyeyê kom bibe

Navenda Nûçeyan /AW

8 ÇILE 2025 - 09:36
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Tribunal a Gelan a Herdaîm (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava dê di 5-6ê Sibatê de li Brukselê kom bibe.

Tribunal a Gelan a Herdaîm (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 5-6ê Sibatê de li Brukselê kom bibe. Civîn dê li Zanîngeha Vrije’yê pêk bê. Di civînê de dê ji bo pêşîgirtina li koçberiya bi zorê, bikaranîna çekên qedexekirî, sûîqest, êşkence û tinekirina mîrateya çandî wê sûcdariyên li dewleta Tirk têne kirin bêne nirxandin.

Hin sernavên ku li Tribunalê bêne nirxandin wiha ne:

Kocberkirina bi zorê

Şahid wê qala koçberkirina şêniyên kurd a bi zorê ya ji Efrîn û Serêkaniyê bikin. Di vê dagirkeriyê de guhertinên demografîk di asteke girîng de hate kirin û li geo tundiya zayendî li ser sûcên şer rapor hatin pêşkêşkirin.

Bikaranîna çekên qedexekirî

Delîlên li ser îdîayên ku dibêjin çekên qedexekirî yên weke fosfor a spî li hemberî dibistan, nexweşxane, nifûsa sivîl û binesaziyê hatine bikaranîn, wê bêne pêşkêşkirin.

Komkujiyên li ser sivîlan

Kuştina Hevrîn Xelef ku yek ji parêzvanên aştiyê bû û çalakiyên tundiyê yên din ên li hemberî mirovên sivîl wê bêne lêkolîn.

Talan û tunekirina mîrateya çandî

Tirbên Êzidiyan ên pîroz jî di nav de xerakirina qadên çandî bi rêk û pêk, talankirina wan, wê weke binpêkirina peymanên navneteweyî yên parastina hebûneya çandî bêne belgekirin û nirxandin.

Êşkence û binçavkirina derhiqûqî

Li gel bûyerên sembolîk wê raporên li ser êşkence û binçavkirina kêfî, weke parçeyek ji stratejiyeke berfireh a li ser tepisandina nasnameya etnîkî, çandî ya nifûsê bê nirxandin.
Trîbunal a Gelan a Herdaîmî li ser daxwaza fermî ya rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên li Ewropa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Ev rêxistin dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bi belge bikin û dawî li bêcezahiştinê bînin. Trîbunal destnîşan dike ku çalakiyên dewleta Tirk ji bo tinekirina modela demokratîk a şoreşa Rojava ye ku xwedî potansiyela azadîparêziyê ye.

Bi heman rengî di Trîbunalê de sala 2018an li ser binpêkirinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî yên dewleta Tirk ên li dijî gel û rêxistinên Kurdan nirxandin kiribû.

Trîbunal a Gelan a Herdaîmî sala 1979an li Îtalyayê ava bû.

Agahiyên hîn berfireh ji malpera înternetê ya Trîbunal dikare bêne peydakirin: (https://rojavapeoplestribunal.org)

Etîket: êşkenceKocberimafên mirovanPPTTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

31 TEBAX 2026
Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

31 TEBAX 2026
Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne