• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Parastina Rojava parastina jiyanê ye’

Firat Tûnç / AW

18 KANÛN 2024 - 10:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan- Nûnerên saziyên demokratîk ên li Wanê bertek nîşanê êrişên li ser Rojava dan û gotin: “Parastina Rojava parastina jiyanê ye. Ev hêza me heye ku em vê jiyanê biparêzin û li dijî van êrişan têkoşînek bi heybet bimeşînin.”

 

Li Suriyeyê 8ê Kanûnê Heyet Tahrîr El Şamê (HTŞ) rejîma Baasê ya 61 salan hilweşand û li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pêkir. Piştî HTŞê Heleb, Hema, Hims û Şam xist kontrola xwe bi awayekî hemwext koma paramîlîter Arteşa Netewî ya Suriyeyê (SMO) û çeteyên din ên xwe dispêrin Tirkiyeyê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dest bi êrîşan kirin. Komên çeteyan bêtir êrîşên xwe li ser Minbic, Tebqa, Reqa, Tişrîn û Şehbayê zede kirin. Ji ber êrîşan bi deh hezaran Kurdên Efrînê ku li Şehbayê bicih bûbûn koçî Tebqa û Reqayê kirin. Her çend HSDê xwest li Minbicê agirbestê û li herêmên din agirbestê îlan bike jî dîsa êrîşên çeteyan û hêzên girêdayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Niha jî Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê ji bo êrişî Kobanê û Eyn Îsa bike amadekariyên lêşkerî dike. Nûnerên saziyên demokratîk û civakî yên li Wanê li ser êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Hêza me heye em vê jiyanê biparêzin’

Endama Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê Hêlîn Demîrtepe diyar kir ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê li dijî zilm û zordariyê têkoşîneke bi heybet meşandin û ev jiyana azad, hevpar li Rojava tê jiyin ji bo hemû cîhanê model û mînak e. Hêlîn Demîrtepe anî ziman ku armanca êrişên ku bi destên Tirkiyeyê li ser Rojava tên meşandin kuştina jiyana azad û hevpar e û wiha got: “Em dixwazin ew modela ku li Rojavayê tê jiyîn li her aliyên Kurdistanê pêk were. Divê li hember êrişên dagirkeriyê û kujerên li ser Rojava di serî de jin û hemû gelên Kurdistanê qebûl neke û jiyana ku li li Rojavayê tê jiyîn biparêze. Parastina Rojavayê parastina jiyanê ye. Divê gelê Kurd bi hêvî be. Ji ber ku ev jiyana niha li rojava tê jiyîn bi destên me hat avakirin û ew hêza me jî heye em vê jiyanê biparêzin. Divê em li dijî van êrişan têkoşînek bi heybet bimeşînin.”

‘Heke Rojava tune be em jî tune ne’

Endama Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) Helîme Albay jî êrişan li ser Rojava şermezar kirin û dest nîşan kir ku Dewleta Tirk êrîşî jiyana demokratîk ku gele Kurd li Rojava bi têkoşînê ava kiriye, dikin û got: “Çawa ku bi pêşengtiya jinan ev têkoşîna dîrokî pêş ket û Kobanê ji destên DAIŞê hat rizkirin, divê gelê Kurd dîsa li çar aliyên Kurdistanê bibin yek û van êrîşan qebûl nekin. Divê jin, ciwan van êrişan qebûl nekin û rabin ser piyan. Heke Rojava tune bibe, em ê jî tune bibin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe bi ser bikevin.”

‘Dixwazin hemû Kurdan tune bikin’

Hevseroka Komeleya Yekitî, Çand, Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê Xanê Kaya jî bi bîr xwist ku 12 sal bere xwestin bi destên DAIŞê li Rojava gelê Kurd têk bibin. Lê bi pêşengiya jinan ve çete têk çûn û wiha axivî: “Dewleta Tirk dîsa dixwaze van destkeftiyên jinan, ciwanan û gelan têk bibe. Ev şerê ku niha li ser Rojava pêk tê, tenê ne li ser Rojava ye. Di şexsê Rojava de, dixwazin hemû Kurdan tune bikin. Gelên Erep, Turkmen û Kurd li rojava jiyaneke hevpar û komûnal dijîn û ev model ji hemû cihanê re mînak e. Rojava ji bo gelan û gelê Kurd cihekî giring e. Dewlet jî vê jiyanê naxwaze û bi destên çeteyan êrişê destketiyên gelan û gelê Kurd dike. Divê hemû gel destên xwe bidin hev û wekî rihê Kobanê ku DAIŞ têk bir, van çeteyan jî têk bin. Desthilatdara digotin ‘Kobanê ket ha ket’ Lê Kobanê neket û bi pêşengtiya jinan bi ser ket û bû mînak. Divê em dîsa li çar aliyên Kurdistanê yekîtî û têkoşina xwe hevpar bikin. Divê em bi ruhê Kobanê Rojava biparêzin.”

 

Etîket: AryenBakur û Rojhilatê SûriyêMEBYA-DERRojavaTUAY-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne