• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve
Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

Navenda Nûçeyan / AW

10 TÎRMEH 2026 - 15:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parlamentoya Ewropayê di rapora qebûl kiriye de destnîşan kir ku Tirkiye di mudaxileya Kibrisê de destdirêjî li jin û zarokên keçik kiriye û xwest Tirkiye demildest û bi temamî ji Kibrisê derbikeve. Tirkiye jî bertek nîşanî biryara PEyê da û wiha dibêje: “Tu hukmê biryarê nîn e.”

Komîteya Hevzayendiya Civakî û Mafên Jinan (FEMM) a Parlamentoya Ewropayê (PE) di raportoriya endama PEyê Eleonora Meletiyê de raporek amade kir. PE biryarê bi 575 dengên erênî, 33 dengên red û 43 dengên bêbiryar ev biryar erê kir û ji Tirkiyeyê dixwaze ku demildest û bi temamî ji giravê derbikeve. Di biryarê de hat destnîşankirin ku hebûna leşkerên Tirkiyeyê ya li giravê derveyî hiqûqê ye û da zanîn ku ev helwesta Tirkiyeyê ji bo pêşketina têkiliyên bi Yekitiya Ewropayê astengî ye.

Rapora bi navê “Bandora Tirkiyeyê ya li ser jin û zarokên keçik ên dagirkirina Kibrisê ya sala 1974an” di 8ê Tîrmehê de di PEyê de hat qebûlkirin. Rapor dibêje ku Tirkiye di 1974an de li Kibrisê destdirêjî li jin û zarokên keçik ên aliyê Rûm kirine.

‘Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê kir’

PE derbarê Tirkiyeyê de li ser mijara mudaxileya leşkerî ya Kibrisê destnîşan kir ku Tirkiye dema di sala 1974an leşkerên xwe şandiye li Kibrisê, leşker destdirêjî li jin û zarokan kirine û da zanîn Tirkiye bi vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û ji Tirkiyeyê xwest demildst ji Kibrisê vekişe. Herwiha PEyê ji ber binpêkirinên mafan yên li dijî jin û zarokan, ji Tirkiyeyê xwest tezmînatê bide mexdûran û mafên mexduran bide li ber çavan.

Cevdet Yilmaz: Tu hukmê biryarê nîn e

Tirkiye li dijî vê yekê diyar dike ku di sala 1960yan de aliyê Rûmê li giravê darbe pêk aniye, bi darbeyê re hatiye xwestin ku mafê Tirkan ji holê rakin û îdia kir ku ew di çarçoveya valahiya Peymana Temînata 1960an de mudaxile li Kibrisê kiriye. Li aliyê din li Giravê Kibrisê di 15ê Cotmeha 1983yan de bi yekalî “Komara Tirkiyeyê ya Bakurê Kibrisê” îlan kir. Derveyî Tirkiyeyê tu welat vê biryarê qebûl nekirin.

Cîgirê Serkkomar Cevdet Yilmaz di îro li aliyê rêveberiya Tirk a Kibrisê de bi Serokwezîr Unal Ustel re daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û got: “Tu hukmê biryara PEyê nîn e. Dê ev biryar dê şanaziya YEyê kêm bike.” Herwiha Wezareta Karên Derve jî duh daxuyanî da û got: “Tu hukmê biryarê nîn e.”

Cevdet Yilmaz îdia kir ku bêbextî li leşkerên Tirk tê kirin û wiha got: “Yekitiya Ewropayê, taybetî jî Parlamentoya Ewropayê têkildarî mijara Kibrisê alîgir û nêzîkatiyek nerast raber dike û em ji van helwdanan metirsidar in.”

Rêveberiya aliyê Tirk a Kibrisê jî derbarê mijarê daxuyanî da û wiha got: “Parlamentoya Ewropayê mudaxileya leşkerî ya 1974an berovajî dike, Gelê Tirk ê Kibrisê û Tirkiyeyê dike hedef. Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin.”

Etîket: bi temamî vekişînbinpêkirina mafanbiryara KibrisêdestdirêjîHereketa Kibrisêhiqûqa navneteweyîYekîtiya EwropayêYekîtiya Ewropayê (YE)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

19 TEBAX 2026
Li Sêwregê meşa dijî destdirêjiyê: Em bêdeng namînin, îtaat nakin

Li Sêwregê meşa dijî destdirêjiyê: Em bêdeng namînin, îtaat nakin

8 TÎRMEH 2026
Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

29 GULAN 2026
Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

18 GULAN 2026

‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne