• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûrî Şêxo: HTŞ bi destê Tirkiyeyê êrişî taxên me dike

Mahmût Altintaş / AW

29 KANÛN 2025 - 09:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê Nûrî Şêxo diyar diyar kir ku êrişên li ser taxan bi piştgirî û alîkariya Tirkiyeyê dest pê kiriye û got: “Armanca êrişan; valakirin û dagirkirina taxan e. Ji bo em taxên xwe ji nava dorpêç û êrişan derxin, hevdîtinên me didomin.”

Komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê û hezên HTŞê di 27ê Kanûnê de êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzed ên giredayî Helebê kir. Her sê tax hatin dorpeçkirin û 5 seatan bê navber bi çekên giran, tang û topan êrişên li ser taxan berdewam kir. Piştî hezên koalîsyonê ketin navberê, êrişên li ser taxan rawestiyan. Her çiqas êrişên li ser taxan rawestiyabin jî dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike û ceyrana taxan jî hatiye qutkirin. Hevserokê Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê Nûrî Şêxo ku ji Ajansa Welat re axivî û diyar kir ku armanca êrişan valakirina taxan e û ji bo rabûna dorpêçê hevdîtinên wan berdewam dikin.

‘Bi tang û topan êriş dikin’

Nûrî Şêxo anî ziman ku armanca êrişan dagirkirina taxan e û wiha got: “Taxên Helebê Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benîzed ku pêkhateyên wan piraniya wan Kurd in û di nav de kêm be jî Ereb û pêkhateyên din jî hene bi awayekî hovane tên bombebaran kirin. Armanc dagirkirina van taxan e. Bi vî awayî dixwazin Kurdan ji Halebê derxînin. Ev êriş bi piştgirî û alîkariya Tirkiyeyê destpêkir. Çeteyên derdorê her sê taxan dorpêçkirinê bi çekên kirin, tang û topan êriş dikin. Dest bi êrişeke mezin kirin. Destê medyaya hikûmeta Şamê û MÎTa Tirk jî di nav van êrişan de heye. Êrişeke mezin ku 5 seatan dom kir pêk hat. Xwestin komkujiyeke mezin derxînin li dijî 5 hezar mirovan şerek dan destpêkirin. Me nexwest bi şer me xwest bi diyalogê çareseriyeke bibînin. Gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzed, hêza asayişê parastina taxan kirin. 25 welatiyên taxê birîndar bûn û jinekekê jî jiyana xwe ji dest da.”

‘Em nikarin di hevdîtinan de bigihîjin encamekê’

Nûrî Şêxo bi lêv kir ku hikûmeta Şamê li gorî sozên dide tevnagere û wiha axivî: “Piştî êrişan ji bo rawestandina êrişan hevdîtin jî pêk hat. Hêza garantor weke Amerîka, Fransa û dewletên Ereb ketin nava hewldanê ku şer bisekenîn. Di encamê de şer sekinî. Hikûmeta Şamê lewaz û bê îrade ye. Ji koman pêk hatiye. Ji bo wê jî em ne bawerin çareseriyeke bibînin. Rejîmeke olperest Sûriye bi rê ve dibe, desthilat û zilimkar e. Ji bo wê em nikarin di hevdîtinan de bigihîjin encamekê. Soz tên dayîn, êre dikin lê di pratîkê de berovajî wê tevdigerin û êriş dikin.”

‘Gefan li gel dixwin ku gel taxan vala bike’

Nûrî Şêxo destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Şamê zêdetirî 5 mehan e amadekariya êrişan kiriye û got: “Rêyên taxan girtin. Her 3 tax kirin dorpêçê û deriyên taxan jî bi keviran girtin. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêkan bi êrişan dixwazin li gorî xwe çareser bikin, ne bi diyalogê. Hikûmeta demkî ya Şamê dixwaze taxên Kurdan vala bikin. Bi şer nikarin vala bikin û niha jî dixwazin tirsê di nava gel de çêbikin û bi tirsê taxan vala bikin. Gefan li gel dixwin ku gel taxan vala bike. Derdorê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 2 taxên Suryanan hene. Ew her du tax di bin kontrola hikumeta Şamê de ye. Welatiyên li wan taxan ji malan derxistine û ji wan re gotine ji ber êrişan xetere heye. Lê di rastiyê de ne wisa ye. Di rastiyê de planeke qirêj heye. Di dîmenan de jî derket holê ku ketine hundirê malên wan û tiştên wan dizîne.”

‘Divê hemû Kurd bibin dengê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’

Nûrî Şêxo diyar kir ku taxên Kurdan di nava dorpêçe de ne û gel nikare bigihîje pêdiviyên bingehîn. Nûrî Şêxo ji bo zext li hikûmeta Şamê bê kirin jî xwest hemû Kurd xwedî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbikevin û wiha got: “Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwedî îrade û fikra azad e. Li ser vê esasê xwe rêxistin kiriye. Bi rojane di nava parastina rewa de ye. Di şer de jî gel û asayîş bû yek û ev êriş şikandin. Nikarin tu tiştekî jî bi dest bixînin. Ev gelê berxwedêr nehişt ku ew bigihîjin armanca xwe ya dagirkirina taxan. Dê tu car nikaribin bigihîjin armancê. Ev her tim bi wahşet êrişî gelên herêmê dikin. Bi êrişan nikarin lê niha bi êrişeke din ji xwarin, vexwarinê bigire heta sotomenî û kahrebeyê, asteng dikin. Niha kahrebeyê qut kirin e û derfet kêm in. Her tişt li ser taxan hatiye qutkirin. Lê gelê me li dijî vê yekê li ber xwe dide. Ji bo komkujiyeke mezin pêk neyê û pirsgirêkên Sûriyeyê bi diyalog û demokrasiyê bê çareserkirin. Divê hemû Kurd bibin dengê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.”

‘Bi destê Tirkiyeyê ew êriş pêk tên’

Nûrî Şêxo anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinên wan bi hikumeta Şamê re berdewam dikin û wiha got: “Dewletên garantor weke Amerîka û Fransa ji bo agirbest pêk were û şer nedome ketin nava hewldanê. Rêveberiya Xweser û rêveberiyên taxan jî di nava hevdîtinan de ne. Lê îradeya hikûmeta Şamê tune ye. Lê Heleb jî ne weke Şamê ye. Heleb piranî di bin kontrola Tikiyeyê de ye. Ew talîmatê didin wan komên çete. Ji bo em çareseriyeke bibînin û şer neqewime hewldanên me me didomin. Ji bo em bi rêya dewletên navneteweyî jî zextan bikin jî hewldanên me hene. Tirkiye li Helebê bi bandor e û bi destê Tirkiyeyê ev êriş pêk tên. Ji bo em her sê taxan ji nav dorpêçê derxin, hevdîtinên me didomin.”

 

 

 

Etîket: êrişên HTŞêEşrefiyeHelebHikûmeta Demkî ya ŞamêNûrî ŞêxoRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûriyeyêŞêxmeqsûdTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

31 TEBAX 2026
Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

31 TEBAX 2026
Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne