Îsraîl û Yewnanistanê ji bo xurtkirina kapasîteya parastina hewayî ya Atînayê peymaneke mezin a leşkerî ya bi nirxê 3 milyar Euroyî îmze kirin. Ev gav wekî yek ji mezintirîn peymanên firotina çekan a di dîroka Îsraîlê de hate tomar kirin. Ev gav wekî hevkariya her du dewletan a li dijî Tirkiyeyê tê nirxandin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya peymana ku li Tel Avîvê hate mohrkirin de, Îsraîl dê ji bo Yewnanistanê sîstemeke parastina hewayî ya pir-qatî û berfireh a bi navê “Mertalê Aşîl” ava bike.
Pergalên hewayî digire nav xwe
Di nav vê sîstemê de amûrên stratejîk ên mîna sîstema David’s Sling a Rafaelê, BARAK MX a Israel Aerospace Industries (IAI) û sîstema parastina hewayî ya Spyder hene. Her wiha dê radarên pir-wezîfeyî yên MMR ên Eltayê jî tevlî vê torê bibin. Li gel vê peymanê, Atîna dê bi nirxê 26 milyon Euroyî sîstemên antî-dron ên bi navê Drone Dome jî ji bo parastina navendên stratejîk ji Îsraîlê bikire.
Faktora Tirkiyeyê û hêza li Rojhilatê Derya Spî
Ev xebat ne tenê veguhastina çekan e; di heman demê de parvekirina agahiyên teknîkî û hevkariya stratejîk a pîşesaziya parastinê ya her du welatan hildigire nava xwe. Nirxên aborî yê peymanê 3 milyar Euroyî ye. Ev peyman di demek li herêma Rojhilatê Derya Spî di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de rageşiya siyasî û leşkerî berdewam dike, pêk hat. Ev gava hevpar a Tel Avîv û Atînayê wekî xurtkirina eniya li hemberî siyaseta Enqereyê ya li herêmê tê nirxandin.













