• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûnerên Rêveberiya Xweser li parlamentoya Ewropayê hevdîtin kirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2024 - 00:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya ku di nav de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heye bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê û komên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kir.

Şandeya bi serokatiya nûnerê Ewropayê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer, hevserokê HDP Cahît Kirkazak, nûnerê DEM Partiyê  yê Ewropayê Eyup Doru û nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê Fayîq Yagizay pêk tê, li Parlamentoya Ewropayê dest bi hevdîtnan kirin.

Şandeya hat bajarê Strasbourg ê Fransayê û di roja ewil a têkiliyan de bi Koma Çep re hevdîtin kir. Di civîna komê de serokê şandeyê Ebdulkerîm Omer li ser qeyrana siyasî ya piştî guhertina rejîma Sûriyeyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Di hevdîtinê de mijarên siyasî, leşkerî, mirovî, aborî û ewlekarî yên ku dê li tevahiya Sûriyeyê derkevin li gel êrîşên dagirkeriyê û krîza siyasî, zêdebûna metirsiya DAIŞê û pirsgirêka çareseriyê hatin nirxandin.

Ebdulkerîm Omer ji Koma Çep daxwaz kir ku bi lezgînî şandeyekê bişînin Rojava. Ebdulkerîm Omer diyar kir ku çi dibe bila bibe divê Rojava bê parastin û wiha got: “Ger Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojava neyê parastin, metirsiya ku Sûriye bibe Lîbya gelekî zêde ye. Ger rêveberiyeke ku komên etnîkî û baweriyên cuda yên wekî Kurd, Durzî û Elewî tê de tune be wê Sûriye bi temamî derbasî Îslama radîkal bibe.”

Ebdulkerim Omer bal kişand ser xetereye çeteyên DAIŞê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û wiha domand: “Divê pêşiya van êrîşan bê girtin. Divê demildest li Sûriyeyê agirbest bê avakirin. Ger êrîş ranewestin wê keraset çêbibe. Tasfiyekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava wê mafên jinan, mafên mirovan û mafên kêmneteweyên cuda bi xetereya ji holê rakirinê re rû bi rû bimîne.”

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku êrîş ji aliyê kê ve dibe bila bibe, hêzên Rojava wê xwe biparêzin û wiha pêde çû: “Heta niha me li ser esasê xweparastinê li hemberî her cure êrîşan xwe parastin. Bi taybet niha Kobanê di bin xeteriyê de ye. Divê welatên Ewropayê di çareserkirina vê krîzê de rola xwe bilîzin û bi lezgîn van êrîşan rawestînin.”

Ebdulkerim Omer piştî axaftinê pirsên parlementerên Fransa, Elmanya, Swêd, Danîmarka, Yewnanistan û Portekîzê yên der barê geşedanên dawî û hêviyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji Parlamentoya Ewropayê de bersivandin. Parlamenteran nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bo wan pir girîng e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava bê parastin.

Tê payîn ku şande wê roja sêşemê saet di navbera 09.30-11.00’an de li Lijneya Giştî ya PE’yê bi rojeva “Sûriye” civînekê li dar bixe û di nava rojê de jî bi Koma Keskan re hevdîtinê pêk bîne.

Etîket: DAIŞEbdulkerim OmerFransaKonseya EwroaParlamentoya Ewropaşande
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026
Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne