• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê mafên mirovan tê binpêkirin

Navenda Nûçeyan / AW

6 GULAN 2025 - 22:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di rûniştinên UPRê yên ÎHKê yê Neteweyên Yekbûyî de, rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye.

Koma Xebatê ya Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî (UPR) ya Konseya Mafên Mirovan (ÎHK) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê nirxand. 49emîn rûniştinên Koma Xebatê ya Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî ya NYê yên di 28ê Nîsanê de li Ofîsa Cenevreyê destpê kiribû wê heta 9ê Gulanê bidomin. Di rûniştinên îro de rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin.

Nûnerên 193 welatên endam ên NYyê beşdarî rûniştinan bûn. Di rûştinan de pêşniyarên ku di sala 2020an de ji Tirkiyeyê re hatibûn kirin, hatin nirxandin.

Rexneyên dewletan ên li ser binpêkirina mafan

Nûnerên welatan ên ku di rûniştinan de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye. Di axaftinan de bi taybetî fikarên li ser serxwebûna dadweriyê derketin pêş. Nûneran ji ber ku Tirkiye pêşniyarên berê bi cih neaniye, di qanûnên dijî-terorê de sererastkirinek çênekiriye û van qanûnan ji bo çewisandina muxalifan bi kar tîne, rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. Nûneran xwestin ku qanûn li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan werin sererastkirin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê û Serokê YEyê Balyoz Mehmet Kemal Bozay îdia kir ku wan di gelek waran de bi taybetî di dadweriyê de reformên cidî kirine.

Rapora NYê: Binpêkirin li gelek qadan didomin

Rapora ku ji aliyê pisporên Konseya Mafên Mirovan a NYê ve ji bo pêşkêşkirina rûniştinan hate amadekirin, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê agahiyên berfireh hatin dayîn. Di raporê de hate destnîşan kirin ku binpêkirinên mafên mirovan ên weke serxwebûna dadweriyê, azadiya îfadekirinê, azadiya civîn û rêxistinbûnê, şert û mercên girtîgehan û têkoşîna li dijî cudakariyê li gelek qadan didomin.

Tecrîd nayê qebûlkirin

Di raporê de bêyî ku qala navê Abdullah Ocalan were kirin, behsa şert û mercên tecrîdê hate kirin û hate gotin ku pêkanînên tecrîda demdirêj nayên qebûlkirin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê cudakariya li ser zimanî, etnîkî û olî yên li dijî kêmneteweyan didomin û hat diyarkirin ku civakên wekî Kurd, Elewî û Roman di gihîştina xizmetguzariyên giştî, perwerde û kar de rastî astengiyan tên. Di raporê de hat gotin ku divê cudakariya li dijî kêmneteweyan ji holê were rakirin. Di raporê de ji dewleta Tirkiyeyê hate xwestin ku qanûnên bi bandor ên li dijî cudakariyê qebûl bike, mafên civakên kêmneteweyan biparêze û mafên wan ên çandî nas bike.

Jin di bin gefê de ne

Di raporê de bal kişandin ser cudakarî û binpêkirina mafên jinan û hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan bi têra xwe nayên lêkolînkirin. Di raporê de rexne li vekişîna ji Peymana Stenbolê jî hate kirin û li ser kêmasiyên qanûnên parastina jinan rawestiya.

Di raporê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên zarok, penaber û kesên ji cih û warên xwe dûrxistin û her wiha pêkanînên neheq û newekhev ên di warên civakî, çandî û perwerdeyiyê de di raporê de cih girtin.

Rapora Koma Xebatê ya Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî (UPR) a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Tirkiyeyê de wê di rojên pêş de were weşandin.

Etîket: mafên mirovanNYTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

7 TEBAX 2026
Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

28 TÎRMEH 2026
Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres li Şamê ye

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres li Şamê ye

25 TÎRMEH 2026
Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne