• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nagîhan Akarsel li Wanê hat bibîranîn

Wan / AW

4 COTMEH 2025 - 15:40
Kategorî: ROJANE
A A
MKG, TJA û Jineolojiyê Endama Lijneya Weşanê ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşîn û xebatên wê dan.

Şaxa Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Atolyeya Jineolojiyê,  bi boneya salvegera 3yemîn a qetilkirina Endama Lijneya Weşanê ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê li baxçeyê avahiya DEM Partiyê ya Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Wêneyê Nagîhan Akarselê li baxçe li ser maseyekê hat danîn û find hatin pêxistin. Rêxistinên navend  navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn.

‘Jiyana wê tijî berxwedan û têkoşîn bû’

Bername, bi axaftina seroka Şaxa MKGê ya Wanê Oznûr Degerê dest pê kir. Oznûr Degerê anî ziman ku bi kuştina Nagîhan Akarsel têkoşîna jinên Kurd hedef hatiye girtin û gotinên dawî yên Nagîhan Akarsel bi bîr xist. Oznûr Degerê diyar kir tevahiya jiyana Nagîhan Akarselê tijî berxwedan û têkoşînê bû û wiha got: “Dema ku em li ser Nagîhan difikirin, em li ser têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna jinan difikirin. Berxwedana wê di dîrokê de hat nivîsandin. Em îro li vir in da ku kesên ku dihat xwestin bên kuştin, zindî bikin. Em îro li vir in da ku her peyvek ku Nagîhan Akarsel gotiye û li ser kaxezê nivîsandiye bidomînin. Wekî mîratgirên têkoşîna wê, em ê têkoşîna wê bidomînin.”

‘Heta roja hatiye kuştin jî xebata xwe domand’

Li ser navê  Atolyeya Jineolojiyê Aynûr Sarica axivî û da zanîn ku Nagîhan Akarsel ji aliyê zîhniyeta dewleta serdest a mêr ve hatiye hedefgirtin û kuştin. Aynûr Saricayê diyar kir ku Nagîhan Akarsel heta roja ku hatiye kuştin jî xebata xwe domandiye û wiha pê de çû: “Nagîhan weşana mehane ya Kovara Jineolojiyê dimeşand. Piştî wê gelek hejmar hatin weşandin. Weke berdewamiya têkoşîna wê, em ê jî wekî wê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadî were ji van axan re.”

Endamên Atolyeya Jineolojiyê û MKG helbestên Nagîhan Akarselê xwendin û dû re jî sînevîzyon hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê bername bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: BîranînNagihanWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

11 TEBAX 2026
Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne