Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana siyasetmedarê Kurd Mihemmed Mûsa yê ku li nexweşxaneyek Şamê tedawî dibe, kir.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewelekariya Hundirîn ya Hesekê Siyamend Efrîn li nexweşxaneyek Şamê serdana siyasetmedarê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemmed Mûsa ê ku ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê tedawî dibe, kir.
Di Tebaxa 2026an de hatibû ragihandin ku ev demeke tenduristiya Mihemmed Mûsa xirab bûye. Ji bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneyekê li Şamê û niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye.













