Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re rûnişt.
Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê ev du roj in bi liv û tevger e ku gelek siyasetmedarên Kurd lê civiyan e. Ev tevgera siyasetê di çarçoveya Foruma MERI de pêk tê. Hevdîtin li ser hevdîtinê pêk tên. Di çarçoveya xebatên forumê de Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li meqamê Mesrûr Barzanî pêk hat.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê; di hevdîtinê de rewşa giştî û guherîn û bipêşketinên dawî yên li Sûriye û herêmê hatine nirxandin.
Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya parastina aştî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê û mafên Kurdan û hemû pêkhateyan.














